Serokwezîrê Iraqê wê serdana Emerîkayê bike

Koşka Spî ya Emerîkayê ragihand ku wê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Emerîkayê bike û ji aliyê serokê Emerîkayê ve were pêşwazî kirin

Koşka Spî ya Emerîkayê derbarê serdana serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya ji bo Emerîkayê, daxuyaniyek belavkir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê 26’ê Tîrmehê serokê Emerîkayê Joe Biden pêşwazî li serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bike.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, serokê Emerîkayê dixwaze hemahengia du alî li ser pirsgirêka siyasî, aborî û ewlekariyê ya bi Iraqê re bihêztir bike. Bi taybet ji bo şikandina çeteyên DAIŞ’ê. Li gorî daxuyaniyê wê berpirsên Emerîkayê di rojên bê de gera xwe ya çarem ya guftugoya stratejî ya di navbera Iraq û Emerîkayê de destpê bike.

Li gorî medya Iraqê tê payîn di diyaloga stratejî ya di navbera Iraq û Waşîntonê de, nexşeyek demkî ji bo vekişîna hêzên hevpeymana navnetewî yên li Iraqê, were diyarkirin.
Hêjayî gotinê ye di 15’ê Tîrmehê de piştî serdana Wezîrê Îtlaeta Îranê Mehmud Eluyî, berpirsê Meclîsa Asayîşa Nîştimanî ya Emerîka yê ji bo karûbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîka Brett McGurk jî li Iraqê bû.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button