El-Sedr hilbijartinên Iraqê boykot dike

Frasksiyan Teyar El-Sedir a girêdayî Serkirdeyê Şia Muqteda El-Sedir hilbijartina Iraqê boykot dike

Fraksiyona Teyar El-Sedri ya girêdayî Serkirdeyê Şia Muqteda El-Sedir, diyar kir ku ewê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ku dê 10’ê cotmeha 2021’an pêk were boykot bikin. Her wiha desteka xwe ji hikûmeta Mistefa Kazimî jî kişand.

Li gorî çapemeniya Iraqê Muqteda El-Sedir derbarê mijarê de ji televîzyonek Iraqî re axiviye û gotiye, “Ji bo ku em karibin xaka Iraqê ya biparêzin û pêşiya gendeliyê bigirin, me biryar girtiye ku hilbijartinan boykot bikin. Her wiha ez desteka xwe ji hikûmeta heyî û hikûmeta ku dê were avakirin jî dikişînim.”

ROJNEWS-BEXDA

Show More
Back to top button