‘Baweriya gelê me bi tu hêzên biyanî nayê’ 

Endamên Asayîşa Êzîdxanê diyar kirin ku baweriya gelê wan bi ti hêzên biyanî nayê û gotin ku ger xwe bi xwe parastina civaka xwe nekin, wê ti kes wan neparêze

 

 

Li Akademiya Şehîd Selam ji bo endamên Asayîşa  Êzîdxanê dewreya perwerdeyê ya Şehîd Zîlan hate vekirin û dewre wê 45 rojan dom bike. Di dewreyê de wê li ser mijarên cuda perwerde werin dayîn. Endamên tevlî perwerdeyê bûne diyar kirin wan hêz û manewiyateke mezin ji dewreyê girtine û têkildarî bandora perwerdeyê ya li ser wan dike jî, ji ajansa me re axivîn.

Endamê Asayîşê Şoreş Hebabî diyar kir ku di dîrokê de civaka Êzidî timî di fermanan re derbas bûye û got: “Gelek hêzên parastinê li vir hebûn. Ji  sala 2003’yan heya 2014’an nikaribûn gelê me biparêzin, lewma em rastî fermanê hatin.  Me wek ciwanên Êzidî pêwîst dît ji bo pêşî li ber fermêna bigrin, em hêzekî parastina cewherî bi fir û ramên Rêber Apo  bidin avakirn.”

Hebabî da zanîn ku dema asayîş avakirine dewleta Tirk û PDK li dijî derketine û ji bo tinekirina asayîşê lihevkirine û got:”Di sala 2017’an de bi navê Pêşmergeyên Roj êriş birin ser Xanesorê. Ev plan heta roja îro jî bi peymana 9’ê Cotmehê berdewam dike.”

‘Wê ji bilî zarokên Êzidiyan ti kes Êzidiyan neparêz in’

Endamê Asayîşa Êzdixanê Ciwan Xaltî destnîşan kir ku bi vegera welatiyan re divê ji bo parastina gel planên nû deynînin û wiha domand:”Beriya niha her kesê xwe li ser serê me dikir desthilat û kesî em neparast in. Wê ji bilî zarokên Êzidiyan ti kes Êzidiyan neparêz in. Em bang li tevahiya civanên Êzidî dikin ku êdî berê xwe bidin Şengalê û di nava refên Asayîşa Êzidîxanê de parastina welatê xwe bikin.”

Heyder Şengalî jî got: “Parastina Şengalê niha ji aliyê me ve têkirin. Gelê jî gihîştiye wê baweriyê ji bilî me ti kes wan naparêze. Ji ber em zarokên Êzidxanê ne û parastina malê xwe dikin. Her kes dizane hêzên ku digotin em ê we piparêzin, li ber çavê cîhanê em di nava destê çeteyan de hiştin.”

‘Hêzên gotine em ê we biparêzin gelê me di nava pencên çeteyan de hiştiye’

Yek ji Berpirsên Asayîşa Êzidxanê Hisên Şengalî bal kişand ser xebatên perwerdeyê û wiha axivî:  “Dewreya me ya bi navê Şehîd Zîlan de 35 heya 40 endam tevlî bûne. Ji bo piştî perwerdeyê cihê xwe di rêvebirina şaxan de bigirin. Ji bo parastina civakê em niha amadekariyê dikin ku gelê me di nava ewlehiyê de bijîn. Ji ber ku bawerî di nava gel de çêbûye, ji derveyî me hêzek din wan naparêze. Hêzên gotine em ê we biparêzin gelê me di nava pencên çeteyan de hiştiye.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button