Hesabên liser Iraqê û îhtîmala paşxistina hilbijartinan

Pisporên siyasî û ewlekariyê yên Iraqê destnîşan kirin ku hêzên wekî Îran û Amerîkayê xaka Iraqê wekî qadeke pêkanîna planên xwe û têkbirina hesabên hevudin bikar tînin, lewma îhtîmal heye ku di demên pêş de alozî zêdetir bibin û hilbijartin jî werin taloqkirin

Şîrovekarê Siyasî Felah Meşeel û Pisporê Ewlekariyê Ehmed El-Şerîfî derbarê alozî û êrîşên dawî yên li Iraqê û îhtîmala paşxistina hilbijartinên pêşwext de ji Rojnews re axivîn.

Şîrovekarê Siyasî Felah Meşeel destnîşan kir îhtîmal heye ku êrîşên dawî Iraqê ber bi şerekî navxweyî ve bibe û hilbijartin jî werin betalkirin. Felah Meşeel diyar kir ku hêzên girêdayî Îranê bi awayekî eşkere dijî Amerîkayê şer îlan kiriye û got ku dû nîne Amerîka jî bersivek xurt bide van koman û berpirsyarên mezin ên Heşdî Şehbî bike hedef.

Meşeel bal kişand ku eger êrîş dom bikin, îhtîmal heye li ser xaka Iraqê şerê dewletan derkeve, ji ber ku gelek hêz Iraqê wekî qadeke ji bo pêkanîna planên xwe dibînin.

Meşeel daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku çekên di destê komên li Iraqê de kom bike.

Pisporê Ewlekariyê Ehmed El-Şerîfî jî diyar kir ku êrîşên liser baregehên Amerîkayê, şebekeyên elektirîkê û şandeyên dîplomatîk wê demdirêj berdewam bikin û got: “Lê mixabin hikûmeta Iraqê, di demeke ku hilbijartinên pêşwext jî nêzîk dibin de, heta niha derbarê rewşa ewlekarî de gavek ne avêtiye.”

Elhemd El-Şerîfî da zanîn ku Îran û Amerîka xaka Iraqê wekî qadeke têkbirina hesabên hevûdin bikar tînin û ev jî bi agahdariya hikûmeta Iraqê pêk tê.

El Şerîfî bilêv kir ku rewşa niha ya Iraqê di warê ewlekariyê de ji bo hilbijartinan ne guncav e, lewma îhtîmala taloqkirina hilbijartinan jî heye.

ROJNEWS-BEXDA

Show More
Back to top button