Êşa ku 7 sal in bi dawî nabe: Heta nefesa xwe ya dawî tiştên ku min dît ji bîr nakim

Dayê Esmer yek ji şahidên hovîtiya 7 sal berê ye. Di êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de tevî ku gelek zorî û zehmetî dîtine jî kenê li ser rûyê xwe diparêze. Diyar dike ku tiştên jiyaye hê wekî duh di bîra wê de zindî mane û dibêje; 'Ez heta nefesa xwe ya dawî tiştên ku min dîtine ji bîr nakim. Her tişt wisa bi êş bû ku jibîrkirin ne pêkan e!'

 

https://www.youtube.com/watch?v=nQFvnQayZpA

Şengal –  3’yê Tebaxa 2014’an, komkujiya li hemberê Êzîdiyan a li Şengalê wekî birîn û şerma mirovahiyê di dîrokê de cihê xwe girt. Ji salvegera jenosîda ku wekî fermana 74’an hat pênasekirin re demeke kurt maye. Gelê Şengalê tiştê ku di Tebaxa 2014’an de jiyaye ji bîr nake. Her kêlî hîn jî di bîranînên wan de zindî ye. Her roj, her kêliyek perçeyek ji tiştê ku jiyaye digre nava xwe. Wekî ekîba Nûjinha, em dixwazin ji we re qala jinên Êzidî yên ku tiştên fermanê jiyane, bikin. Ka em bi Dayê Esmer ku li Siba Şex Xidir dijî, dest bi çîrokên jinên ku li xaçeriya dîrokê û îro dijîn bikin.

Bajaroka ku fermanê hîs dike 

Siba Şex Xidir ew bajar e ku xwe ji bîr nake, tiştê ku ji bîr nekiriye di axa xwe de mezin dike. Bi gavên bêserûber ên fermanan heya hestiyên xwe dihese û giyanê kesên çûyî di erda xwe de vedişêre. Wateya Siba cihê ku av lê tê berhevkirin e. Li deverên ku av kêm e, ji tankên mezin ên avê ku av lê tê komkirin re Siba dibêjin. Di dema Şêx Xidir de, hatiye ciyê ku Siba lê ye, bîrek vekiriye û tenekeyek mezin a avê, ango Siba, çêkir. Dûre mirov li dora wî civiyane. Bi demê re, ew dibe gundek û navê wî dibe Siba Şêx Xidir. Siba Şêx Xidir dikeve rojavaya Şengal û Til Ezerê. Li başûrê Siba bajarokê Beac ku Ereb lê ne heye. Wekî din, li rojavayê Siba, bajarokê Mediban ku warê niştecihbûna Ereban e û di heman demê de, gundên Ereban bi giştî li başûr û rojavayê Siba hene.

Hê jî pênc gorên komî yên nehatine vekirin hene

Siba Şêx Xidir bû yek ji cihên ku DAIŞ’ê cara destpekê êrîş kir. DAIŞ cara destpêkê êrîşê gundên Ereban ên li dora Siba, destpêkê Siba Şêx Xidir, dûre Gir Zerek û Til Ezer dike. Di Fermanê de, nêzî pênc sed jin, ciwan û zarok dikevin destên DAIŞ’ê. Hîn pênc gorên komî yên nehatine vekirin hene. Nayê zanîn ku bi giştî çend kes hatine qetilkirin. Beriya fermanê Siba, xwedî 7 hezar malbat û nifûsa 35 hezarî bû. Bi fermanê re gelek niştecihên Sibayê li kampên Kurdistanê bi cih bûn û hin ji wan koçberî Ewropayê bûn. Siba 7 sal piştî farmanê hîn jî li bendê ye ku were çêkirin. Li Siba cereyan tune ye, ji sedî sed xanî xera bûne û gelek ji wan bêkêr in. Hejmara malbatên ku bi şertên xwe yên kêm vegeriyan Sibayê şêst e. Hikûmeta Iraqê heya niha ji Siba re tiştek nekiriye.

Sêdarên li bajarokê!

Dema ku em ketin Sibayê, me destpekê darên ji bo îdamê ku DAIŞ’ê ji bo gelê Sibayê li balkona xaniyek çêkiribû, dît. Tevî 7 salên borî jî dîsa mîna ku nû hatibe daliqandin xuya dikir. Li kêleka wê dîwarek dirêj û nizm hebû. Dîwar xirab bûbû. Wateya her kuna di dîwar de me dibir berê. Ew kun şahidên mirovên ku hatibûn kuştin bûn. Mîna ku em li qeraxê her şopa ku em pê re rûdiniştin û bi wan re di nav dîrokê de digeriyan. Dema ku me xwe li şopan girt û berê xwe da kolanên Siba Şêx Xidir, bîranînên li wî bajarokê pêk hatibûn ji her alî ve bi me re zindî bûn. Gavên me li kolanan li pey hestên me bûn. Qîrîna jin û keçên ciwan li kolanên kêlekê deng vedidan. Ji hêla xaniyên hilweşiyayî jî kî dizane çend mirovên bi hêvî reviyan, hewl dan ku xwe û malbatên xwe xilas bikin. Li kolanên navber, yên ji ber xaniyên wêran hatibûn girtin jî hestên ku çav, hest û dilê me digirtin wisa dijwar û zêde bûn. Bîstek, em nikaribûn pêşve biçin, em sekinîn. Jinên di destên DAIŞ’ê de têdikoşin, ji êşê diqîrin, li ber çavên me zindî bûn. Bi giyanê xwe bi wan şopan pêçayî, her yek ji me bûn jinên Êzidî.

Niha li hin kolanan şopên jiyanê hene

Em her kolana ku tê re derbas dibin ziyaret dikin. Mirov wisa difikire ku hemû xanî tijî ne. Em silav didin mirovên li hundir. Ya ku wan 7 sal berê li pey xwe hiştin hîn jî ewqas zindî bû ku wisa xuya dike wekî nû li paş xwe hiştibin. Li her malê hewşek, li her hewşê dar û di piraniya wan de dergûş hebûn. Xuya dike ku bajarokê Sibayê bi xaniyên xwe yên hêja berê bajarokê herî navdar ê herêmê bûye. Em meşa xwe li nav kolanan didomînin. Em li xaniyek ku nîşaneya jiyanê lê heye rast tên. Dayikek bi rûkenî li ber derî radiweste, diyar e ku salên derbasbûyî bedewiya wê nebirine. Ew jî me ferq dike û bi çavên xwe yên şîn ji me re dikene. Dipirse; “Hûn li çi digerin”, em dibêjin “em li şopa yên ku çûn digerin.” Em dicivin, di malê de her kes tevli sohbeta me û Dayê Esmer dibe. Eleqeya me ya bi Dayê Esmer re bala hemûyan dikşîne.

“Ez nikarim tiştê ku min jiyaye ji bîr bikim”

Em pirsa “Dayê, di dîroka 3’ê Tebaxê de çi qewimî, tu li vir bûyî, tê bîra te?” dipirsin. Dayê Esmer bi ken dibêje; “Tiştek nayê bîra min, çi qewimiye” û piştre dikene. Demek bi me re dimîne. Ew eşkere dike ku dayikek pir kêfxweş e… Dayê Esmer di kolana xwe de ya herî xweşik û kêfxweş e.. Neviya Dayê Esmer wekî ku hundirê me xwendibe dikevê navberê û hestên xwe wiha vedibêje: “Dapîra me ji bo me çavkaniya moralê me mal û kolanên me ye, dema ku van kolanan vala bûn jî em bi dapîra xwe re kêfxweş dibûn.” Em ji Dayê Esmer dipirsin,;”Hûn dikarin ji me re tiştên ku we di fermanê de jiyane vebejin?” Dayê Esmer bi rûyê xwe yê rûken zivirî û got,; “ Niha min ji we ra got min jî bîr kiriye ew henek bû. Ez heta dawiya nefesa xwe tiştên ku min dîtin nikarim ji bîr bikim. Her tişt pir bi êş bû.” Ew çavên ku çend deqe berê bi kêfxweşî dikeniyan, xemgîn û tije rondik dibin. Dema ku got; “Ji bîrkirin! Ma ez dikarim tiştê ku bi taybetî li Siba qewimî ji bîr bikim” em bûn şahidên şopên ku di bîranînên wan de zindî mane û di çavên wê de, şopa xwe li ser rû û dilê wê hiştine.

Dûre em kamerayên xwe vedikin. Dayê Esmer datînin pêşiya xwe. Berî ku em dîmenê kameraya xwe saz bikin, Dayê Esmer dixwaze tavilê dest pê bike, em bi zorê wê radiwestînin. Piştî ku em dibêjin; “Dayê em hêj neketinê qeydê, bisekine” bi henekên xwe re dest bi kenê dike û bi gotina xwe ya “Li van nekêrhatiyan binihêrin” wekî ku dixwaze bibêje ez ji we zîrektir im.” Em piştî henekên dirêj ên Dayê Esmer dest pê dikin.

“Dilê min du parçe ye” 

“Ez Esmer Hemo” disekine û dîsa dest bi kenê dik. Em jî pê re dikenin. Ewqas ji dil dikene ku ne mumkun e em pê re nekenin. Dayê Esmer dibêje ku di fermane de dilê wê bûye dû perçe û wiha didomîne: “Dilê min du parçe ye, yek perçeyek Esmera berê ya dîwanê û kêfxweş, perçeya din jî dayika Esmer e, yên ku di fermanê de wekî kevir hembêz kiriye û dilê wê ji êşê dilerize heye.” Wê demê em fêm dikin ku me aliyê kêfxweş ê dilê Dayê Esmer dîtiye. Ji ber ku Dayê Esmer her gav dixwest ew rûyê bişirî were dîtin, dixwest me wisa pêşwazî bike.

“Şehadeta kurê min pir bandor li min kir” 

Dayê Esmer wiha dest bi vegotina bûyerê dike: “Ez Esmer Hemo me. Ji Sibayê me, li vir hatim dinyayê mezin bûm, li vir zewicîm. Min li Siba ferman, birçîbûn, tîbûn, hejarî dît. Ez di 20 saliya xwe de zewicîm. Jiyana me hesabkirî ye. Kurê min, 2 meh beriya fermanê dema li Hewenatê, li qezayeke girêdayî Mûsilê leşkerî dikir şehîd ket. Kurê min ê din û zarokên kurê min ê şehîd bûye li gel min dimînin. Em sê malbat di xaniyek de dimînin. Em malbatek xizan bûn. Me debara xwe bi çûndina baxçeyan dikir. Şehadeta kurê min pir bandor li min kir. Heta sax bim ez ê her roj bi kurê xwe re bimrim.

“Hemû kes li çareya serê xwe digeriyan”

Bi şev demjimêr dudu bû hatin. Min wê demê ferq kir. Dengê guleyan hat. Em heya saet 8’ê sibê li malê bûn. Carna dengê guleyan dihat. Min ji hevjînê xwe re got, ka em herin. Wî jî got, ‘Ez pezên aîdî kurê xwe nahêlim nayêm’. Dûre ez çûm ser banê xanî, min dît ku her kes direve. Ez dîsa daketim xarê. Min ji hevjînê xwe re israr kir got em herin, em derkevin, ger em dernekevin em ê bikevin destên wan. Wesayîda me tunebû. Bûka min jî li malê bû, ew jî nexweş bû. Ligel zarokên kurê min ê şehîd, zarokên ku em neçar bûn ji malê derxin hebûn. Dûre em ji malê derketin, bazdan ser cadeya sereke, kes li benda me nema. Hemû kes li çareya serê xwe digeriyan. Tiyê min hat pêşiya me û cih li gel wan jî tunebû. Me jî zarokên piçûk dan wan. Wan zarok hilkişandin quntara çiyê. Ez, keça xwe û hevjînê min jî meşiyan. Pir germ bû, meş zor û zehmet bû. Gava ku em gihîştin cihê derketina ji Sibayê, me wesayîdek rakir û em birin Sikiniyê. Ji Sikiniyê em çûn Dev Geliya.

“Mirov ji tîbûnê mirin” 

Me bi şev berê xwe da çiyayan. Av û nan bi me re pir hindik bû. Dema ku me xwe li çiyayan girt, me pir zehmetî kişand. Bi şev sar bû û bi roj jî pir germ bû. Zarok û em mezin birçî bûn lê pirsgirêka herî giran pirsgirêka avê bû. Mirov ji tîbûne mirin. Min dît ku tu kesî xema kesê nake, kesê hev nas nedikir, dayik neçar man zarokên xwe bihêlin,  zarokan dayikên xwe hiştin. Birayê min jî li paş ma û ket destên DAIŞ’ê. Tiştên ku me jiyane ne hindik bûn. Em 8 rojan li çiya man. Hêjayê jiyanê bû. Dûre em meşiyan ser sînorê Rojava. Em pêşwazî kirin û em derbasê aliyê din ê sînor kirin. Ji bo me wargeh çêkirin, hewl dan êşa me bipêçîn. Ji me re av û nan anîn û ji bo zarokên me yên ku li çiyayan lingên wan birîndar bûbûn derman anîn. Ew ji me re bûn hêvî. Wan em ji mirinê, ji windabûna cewhera me xilas kirin. Heta ku em bimirin em ê wan ji bîr nekin. Ew jî me ne.

“Em li ser axa xwe kêfxweştir in” 

Hemû kes hîn nevegeriyane. Em çend malbat vegeriyan. Em dixwazin kevneşopiyên xwe yên kevn bidomînin. Hejmara me kêm e lê em îdare dikin. Di hundurê me de hesreta cîranên me heye lê em neçar in xwe li jiyanê bigrin. Em mecbûr in jiyanê bidin Sibayê. Ez bêriya cîranên xwe dikim, xwezî ew niha li vir bûna. Em ê tiştên ku me jiyane, jî bîr nekin û behsa wan bikin. Heta ku ez bimirim ez cîranên xwe ji bîr nakim. Ew jî venagerin, ez çi bikim? Ez dixwazim ew vegerin. Em vegeriyan Sibayê, em natirsin. Li vir hêzên ku me diparêzin hene û em ji wan bawer dikin. Em li ser axa xwe kêfxweş in. Divê ku heta 100 an jî 200 salan fermanek din li ser Êzidiyan çenebe. Ev ne çarenûs e. Ez hêvî dikim ku çarenûsa me biguhere.”

ROJBİN DENİZ

Show More
Back to top button