Çalakiya konê rûmetê didome

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 47’an de didome

Welatiyên me di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca pişgirîdayîna Asayişa Êzidxan, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê çalakiya konê rumetê berdewam dikin. Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 47’an de didome.

Çalakvan diyar dikin heta daxwazên wan pêkneyên, ewê dev ji çalakiyên xwe bernedin.

Xelkê me kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Çalakvanên konê rûmeta Şengalê şevê din jî heta direngiya şevê ji bo piştgirîdana asayîşa xwe li ber strananan govend gerandin.

Yek ji Rûspiyên Êzidxanê Xelef Talan ji rojnews re axivî û got ku çalakiya destekdayîna Asayîşa Êzidxanê ji aliyê sazî û dezgayên Şengalê ve bi biryardarî didome, lê hîn ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bersivek erênî ji gel re nehatiye dayîn û wiha pêde çû:”Dewleta Iraqê tevî hemû pirsgirêkên xwe dibe hevkarê dewleta Tirkiyeyê, dixwaze bi polîtîkayên xwe yên mijûlkirinê gelê Êzidî bixapîne. Lê bila hikûmeta Iraqê bizane Êzidî ne ew Êzidiyên berî fermanê ne, civaka Êzidî li gel destkeftiyên xwe bûne îrade. Kesên ku vê îradê nasnake em ê jî wan nas nekin. Heta ku ruh di giyanê me de hebe, em ê carek din tenezîlên kesekê re nekin.”

Talan bal kişand ser siyaseta PDK’ê ya reşkirina Şengalê û  wiha domand; “Bi saya YBŞ û YJŞ, Rêveberiya Şengalê ya xweser ev şeş sale Şengal gelek arame. Lê siyaseta PDK’ê ya xayîn, carek din dixwaze bi rêya hinek Êzidiyan vê aramiya Şengalê, tevlîhev bike. Lê, bila PDK bizane heta yek Êzidiyekî xwedî rûmet li ser vê axê bibîne wê carek din nehêle kesên ku xiyanet me kirin bên ser axa Şengalê.”

Show More
Back to top button