Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê êrişa hêzên Iraqê de daxuyaniyek parve kir

Di 5’ê Tîrmehê de li Şengalê meşek girseyî li dijî êrişên dewleta Tirk yên li ser xaka Iraqê hate lidarxistin. Piştî meşê hêzên Iraqê gule bi ser gel de baran din û di encamê de rojnamevanek hate birîndar kirin û ciwanek jî hatibû girtin

Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got; “Eger bûyer mezin nebûye û rê li ber encamên pir giran venekiriye, ev ji ber helwesta gel û Rêveberiya Xweser e. Divê serokwezîrê Iraqê bi erkê xwe rabe û hesab ji fermandar Rukin Mihemed Al Kireuyi bixwaze.”

Li bajaroka Xanesorê ya Şengalê di 5’ê Tîrmehê de bi armanca destekdayîna berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriya dewleta Tirk, meşek girseyî hat lidarxistin. Ji ber meşê yekîneyek artêşa Iraqê jî hat herêmê. Piştî meş dawî bû hêzên Iraqê gule berdan hewayê, di encam de jî rojnamevanek birîndar bû. Rêveberiya Xweser ya Şengalê derbarê bûyerê de daxuyaniyek nivîskî parvekir.

Daxûyanî wiha ye:

“Di 5’ê Tîrmeha 2021’an de li bajaroka Xanesor a Şengalê meşeke gel a li dijî êrîş û dagirkeriya artêşa Tirk a li hember axa Iraqê hate lidarxistin. Di berdewamiya meşê de di encama êrîşa artêşa Iraqê de hin bûyer qewimîn ku em wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê pêwîst dibînin ku raya giştî agahdar bikin û helwesta xwe ya li hemberî vê êrîşê diyar bikin.

Beriya her tiştî em dixwazin armanca esasî ya vê meşê destnîşan bikin. Meş, li hemberî êrîşên artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê ango li ser axa Iraqê hatiye lidarxistin. Armanca çalakiyê di cewherê xwe de ji bo parastina axa Iraqê ye. Helwest û bertekên ku diviya hikumeta Iraqê li hemberî dewleta Tirk nîşan bida, civaka Êzidî bi berpirsyariyeke mezin girtiye ser xwe. Ji ber vê yekê, tiştê pêwîst ew bû ne ku artêşa Iraqê êrîşê vê meşê bike, diviya her cûre piştgiriyê bida vê meşê û çalakgeran jî pîroz bikira.

Lê çi bû sedem ku artêşa Iraqê xwe li hemberî vê çalakiyê ranegirt, aloziyê kûr kir û di encam de bi guleyan êrîşê civaka ÊzidÎ kir. Tevî ku agahiya rayedaran ji vê meşê hebû, hê ji beriya roja çalakiyê ji aliyê fermandarê Amir Lîwaya 72. Eqît Rukin Mihemed Al Kireuyi ve li hemberî vê meşê gef hatibû xwarin. Eqît Rukin Mihemed bi awayek vekirî diyar kiribû ku ew li dijî vê çalakiya gel in, vê meşê qebûl nakin û dê destwerdana meşê bikin.

Ji destpêka meşê ve xuya bû ku artêşa Iraqê amadekariyeke berfireh kiriye û hêzeke mezin aniye Xanesorê. Li gor yasa û qanûnên Iraqê, di çalakiyên civakî de tu erk û berpirsyariya artêşê nîne. Eger pêwîst be dê hêza polîsa li cihê çalakiyê amade be. Ruxmê vê qanûnê jî, bi awayekî deryasayî hêzeke mezin a ji leşkerên artêşê ji destpêka meşê ve dora civaka Êzidî girtin.

Meşê bi pêşengiya gel li Xanesorê destpê kir û li gor armancên çalakiyê, di nav aramiyê de berdewam kir. Tu liv û tevger an jî çalakiyekî li dijî armanca meşê pêk nehat. Tu êrîşeke li hemberî sazî û dezgehên dewleta Iraqê jî pêk nehat. Lê di encam de aşkere bû ku, artêş ne ji bo parastina meşê ji bo alozî û tevliheviyê amadekariya xwe kiribû.

Di nav meşê de ji aliyê endamên artêşê ve taswîrên kesên ku tevlî meşê bûne hatin kişandin. Bi taybet jî taswîrên jinên Êzidî. Li hemberî vê nêzikatiyê, ciwanên Êzidî nerazîbûna xwe nîşan dan û bi hinceta vê nerazîbûnê ciwanekî Êzidî ji aliyê artêşa Iraqê ve hat girtin. Ev ciwan bêsebep û bi neheqî hate girtin. Gel jî bertek nîşanî vê neheqîyê da û xwest ev ciwan serbest were berdan. Tekane daxwaza gel ev bû û dibû bi hêsanî were bersivandin.

Lê li şûna ku daxwaza gel a maqul were qebûl kirin, artêşa Iraqê hêzeke taybet anî cihê bûyerê, dora gel girt, zemîna alozî û tevliheviyê ava kir. Li şûna ku pirsgirêk çareser bikin, civaka Êzidî hedef girtin, bi çekên cûda re gule li ser gel barandin. Di vê êrîşê de endamekî ragihandinê bi guleya leşkerên Iraqê ve birîndar bû. Di ragihandinê de gelek dîmên hatin weşandin ku bi awayek zelal xuya dike bi dehan leşkerên artêşê bi sedan gule teqandine. Hin ji van leşkeran jî nîşan girtine û gule berdane ser gel. Ji xwe rojnamevanê ku çalakiyê dişopand jî di encama êrîşeke bi vî rengî de birîndar dibe. Dîmenên vê êrîşê hene ku nasnameya leşkerên êrîşkar bi hêsanî were zelalkirin.

Wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê vê bûyerê de çend tiştên esasî em dixwazin ji raya giştî re ragihînin. Ya yekem, eger ev bûyer mezin nebûye û rê li ber encamên pir giran venekiriye, ev ji ber helwesta berpirsyar a gel û Rêveberiya Xweser e. Eger bi dehan însan canê xwe ji dest nedabin, ev ji ber vê ye. An na aloziya ku artêşa Iraqê derxist zemîna qetlîamê jî ava kiribû. Divê ev rastî ji aliyê raya giştî ve baş were zanîn, eger me bi berpirsyari tevnegeriya encamên pir giran dê derketa holê.

Ya duyemîn, di vê noqtê de bang û hişyariya me ji bo hikumeta Iraqê û Serokwezîr Mustafa El Kazimî hene. Beriya hefteyekî dewleta Belçîka fermana li ser Êzidiyan wekî jenosîd qebûl kir, her wiha duh jî bi piraniya dengan Parlamentoya Holandî de jî ev beriya pesned kir û di asta cîhanî de kar û xebatên berfireh li ser keyse Êzdiyan tê kirin ji bo jenosîda ser Civaka Êzidî pê naskirin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de û nêzî salvegera fermanê, ev liv û tevger, ev êrîş û hêrsa li hemberî civaka Êzidî tê çi wateyê? Serokwezîrê Iraqê Kazimî di demên borî de dabû diyar kirin ku di çalakiyên civakî de dê bi tu awayî çek neyê bikaranîn. Eger bê bikaranîn dê hesap ji kesên berpirsyar were xwestin. Em vê axaftinê tînin bîra wî û jê dipirsin. Hunê xwedî li vê soz û helwesta derkevin an na?

Ji ber ku her çiqas êrîş bi destê artêşa Iraqê ve hatibe kirin jî, berpirsyariya siyasî ya Serokwezîrê Iraqê Kazimî ye. Em bang dikin ku serokwezîr bi erka xwe rabe, soza xwe pêk bîne û di serî de ji fermandarê Amir Lîwaya 72. Eqît Rukin Mihemed Salih Casim ji leşkerên li ser civaka Êzidî gule barandine hesabê bixwaze. Ji bo vê jî komîsyoneke were avakirin û ev komîsyon bi lez û bez dest bi pêvajoya lêkolîn û lêpirsîne bike.

Her wiha di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY), em bang li saziyên navneteweyî yên mafên mirovan dikin ku vê êrîşê bikin rojeva xwe, lêkolînên pêwîst bikin û li hemberî êrîşên li Şengalê bihistyar bin. Em ji bo alîkariya lêkolîn û lêpirsînê ji bo her cûre alîkariyê amade ne. Eger ev nebe, di rojên pêş de gef û metirsiyên li ser civaka me ya Êzidî ya Şengalê dê zêdetir û girantir bibe.”

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button