Dîsan rojnameger bûn hedef 

Li bajaroka Xanesorê ya Şengalê duh di encama gulebarana artêşa Iraqê de rojnamevan Selah Berces birîndar bû. Li gorî dîmen tê îspatkirin ku leşkerên artêşa Iraqê rasterast sivîl û rojnamegaran hedef digirin

Duh li bajaroka Xanesorê ya Şengalê bi armanca destekdayîna berxwedan gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, meşek girseyî hate lidarxistin û bi sedan kes tevlî vê meşê bûn. Piştî meşê, ji ber ku ciwanek Êzidî ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibû girtin di navbera gel û artêşê de alozî derketibûn. Li hemberî helwest û berteka gel, artêşa Iraqê gulê berdan ser gel û di encama vê gulebaranê de rojnamevan û nûçegîhanê Çira TV Selah Berces ji zendê xwe ve birîndar bû.

Di dîmênên ku duh di gulebarana artêşa Iraqê de hatine kişandin de bi awayek zelal xuya dike ku hin leşkerên artêşê nîşan digirin û gule berdidin ser gel. Dîmen îspat dike ku Rojnamevan û Nûçegîhanê Çira TV Selah Berces jî ji aliyê leşkerekî Iraqê ve hedef tê girtin û di encama vê êrîşê de birîndar dibe.

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button