Faris Herbo: Iraq peymana 9’ê Cotmehê li Êzidiyan ferz dike

Berdevkê Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo ku li gel şandeya Rêveberiya Xweser li Bexda bi rayedarên Iraqê re hevdîtin pêk anîn, destnîşan kir ku ew wekî îradeya Şengalê diyalogê esas digirin, lê Bexda jî, peymana 9’ê Cotmehê li ser Êzidiyan ferz dike

 

Di demên dawî de hevdîtînên di navbera Rêveberiya Xweser a Şengalê û hikumeta Iraqê de zêde bûne. Di hefteya borî de piştî ku şandeyek ji hikumeta Iraqê serdana Şengalê kir, şandeya Rêveberiya Xweser a Şengalê jî çû Bexdayê û bi şandeyeke payebilind a Iraqê re hevdîtin kir. Bi taybet civaka Êzidî û her wiha raya giştî derbarê van hevdîtinan de xwedî gelek pirs û meraqê ye. Li milê din jî di pêvajoyeke bi vî rengî de artêşa Tirk a dagirker destpêkê herêmê Şêxan, nêzî Laleşa pîroz bombebaran kir û pişt re jî li Şengalê êrîşeke hewayî pêk anî.

Me ev geşedanên dawî bi Berdevkê Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo re axivî ku yek ji wan kesan e li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hikumeta Iraqê re hevdîtinên dawî kiriye.

‘Êrîşên dewleta Tirk li ser Iraqê û Şengalê ye jî’

Herbo di destpêkê de balê kişand ser operasyonên dewleta Tirk a bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku ev êrîş ne tenê li hemberî gerîla û PKK’ê ye her wiha di şexsê gerîla de li hemberî hemû civaka Kurd, deskeftiyên Kurdistanê, Şengalê û her wiha li hemberî xaka Iraqê û gelên Iraqê ye jî.  Herbo, stratejiya dewleta Tirk a dagirker bi van nirxandinan anî ser ziman: “Dewleta Tirk behsa plana 2023’yan dike. Dewleta Tirk dixwaze heya 2023’an hinek mintiqeyên stratejîk li Iraqê bi dest bixe, bike aîde xwe û çeteyên xwe li van mintiqeyan ava bike. Dixwazin piştî ku dema Peymana Lozanê xilas be karibin vê mintiqê tevlî xwe bikin.”

Herbo balê kişand ser ku dewleta Tirk di êrîşên xwe yên dagirkirinê de destek û alîkariya ji hin hêzên Iraqî û Kurdistanî jî digire û wiha pê de çû: “Ev deskeftiyên ku îro li Başûre Kurdistanê hene, ne tenê malê PDK’ê ne. Ev deskeftî malên gel e. Gelê Başûrê Kurdistanê bi sedhezaran şehîd dan ku karibin hebûna xwe ya siyasi di statuyekê de biparêzin. Bi taybetî piştî şerê li hemberî DAIŞ’êg, Kurd li hemû cîhanê hatin nasîn, îtibara wan çêbû. Lê îro ji ber ku PDK’ê bi awayek alenî îxanetê li yekgirtina  Kurdan dike, bi Tirka re li hev dike û wan tîne ser axa Iraqê û axa Kurdistanê, ev cihê xeteriyekê mezin e. Eger bê gotin ku ev şer tenê li ser gerîla ye, li ser PKK’ê ye, ev dibe xwe xapandin.”

‘Armanc dagirkirina Kerkûk û Mûsilê ye’

Herbo bibîrxist ku di stratejiya dewleta Tirk de dagirkirina Kerkûk û Musilê jî heye û vê yekê wekî pêşî lê girtina gelên Iraqê binav kir. Herbo, li ser vê mijarê bi van gotinan bang li hikumeta Iraqê û hêzên Kurdistanî kir: “Dewleta Tirk îro li Telafer, Musil, Kerkûk  û li seranserê Başûrê Kurdistanê xwe birêxistin dike. Eger naxwazin vê heqîqetê bibînin, xwe dixapînin. Gelên Iraqê û bi taybet jî Şîa çawa ku li hemberî êrîşên DAIŞê ketin nav liv û tevgerê, îro jî êrîş li ser xaka Iraqê û gelên Iraqê heye, divê li hemberî van êrîşan hişyar bin.”

‘Li ser civaka Êzidî xeterî hene’

Herbo bêdengî û bêhelwestbûnê hikumeta Iraqê jî rexne kir û bang li gelên Iraqê kir ku xwe li benda hikumeta Iraqê negirin, li hemberî êrîşên dewleta Tirk helwesteke yekdeng pêş bixin. Herbo, bibîrxist ku di nav hefta borî de dewleta Tirk hem êrîşê Şêxanê hem jî Şengalê kiriye û van pirsan kir: “Ma li Şêxanê çi heye? Em wekî Êzidî, van operasyonan wekî xeterî li ser xwe dibînin. Eger dewleta Tirk biçe Laleşa pîroz dê kî Laleşê biparêze? Ji ber ku di 2014’an de kes neparast, dest jê berdan, gerîla hat û parast.”

‘Hikumeta Iraqê bi destê dewleta Tirk gef dixwe’

Berdevkê Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo, di derbarê hevdîtinên bi hikumeta Iraqê re jî agahiyên girîng dan. Herbo got ku, di hevdîtinan de hikumeta Iraqê her bi rêya dewleta Tirk gefan li wan dixwe û van agahiyan dan: “Di hevdîtinan de Iraqê ji me re digot eger em neyên Şengalê an jî hun tiştên ku em dixwazin nekin dê dewleta Tirk were û êrîşê we bike. Dema mirov axaftina Iraqê û êrîşa dewleta Tirk bîne gel hevûdû, tê wê wateyê di van êrîşan de li hev kirine. Iraq dibêje ez îradeya te nas nakim, an jî dê dewleta Tirk were û li te de. Tirka hat li me da, tê wê wateyê hikumeta Iraqê û dewleta Tirk, ji bo li Şengalê di tifaqê de ne.”

‘Iraq çima mafê Êzidiyan nade?’

Herbo, vê tifaqê bi Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ve girêda û bibîrxist ku ev peyman li ser daxwaza dewleta Tirk hatiye morkirin lê ji ber berxwedan û sekna civaka Êzidî heya niha biserneketiye. Herbo di berdewama nirxandinên xwe de nebûna xwesteka çareseriyê ya hikumeta Iraqê bi van gotinan rexne kir: “Iraq dibêje em dewletekî federal û demokratîk in. Li gor destûrê jî wisa ye. Îro birayên me yên Mesîhî, Şebek, Tirkmen, Kurd, Sûnî, Şîa, mafê xwe yên siyasî, civakî, îdarî, perwerdehî û ewlekarî girtine, xwedî maf in. Bi xwe îdareya xwe dikin û em jî destek dikin ku her netew mafê xwe bigire. Lê ji bo Êzîdiyan çima qedexe ye? Eger di destûr de heye tu çima mafên Êzidiyan nadî, çima ji Êzidiyan re qedexe ye lê ji yên din re serbest e?”

‘Êzidî pêşeroja xwe dixwazin’

Herbo, bertek nîşanî çarçoweya çareseriyê ya hikumeta Iraqê jî da û got wan ji bo ji saziyên fermî yên Iraqê pere bigirin û bibin karmendên wan şerê DAIŞ’ê nekirine.  Herbo bi van gotinan sekna civaka Êzidî anî ser ziman: “Wekî civaka Êzidî em dixwazin pêşerojeke me ya siyasî , îdarî, çandî hebe. Em vê dixwazin. Em maeşan naxwazin. Me ji bo maeşan şehîd nedane. Eger hiquqa civaka Êzîdî neyê qebûl kirin, wê demê em pirs bikin em çima li vir jiyan dikin?”

‘Iraq çareseriyê nafikire’

Berdevkê Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo, encamên hevdîtinên bi hikumeta Iraqê re jî nirxand û ev agahî dan: “Bi taybet di heyva Heziranê de gelek hevdîtin çêbûn. Du caran hevdîtin bi komisyona bilind a ku ji hêla hikumetê ve hatiye avakirin re çêbû. Di wê komisyonê de Ewlekariya Niştimanî, Ewlekariya Netewî, Fermandariya Operasyonên Giştî , ev her sê saziyên ewlekariyê yên esasî hene. Carekê nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) jî amade bû. Me bi NY’ê re li Şengalê jî hevdîtin çêkirin. Hevdîtinên me li Kerbela jî çêbûn. Di hevdîtinan de me daxwazên xwe da xuyakirin ku em wekî miletê Êzidî dixwazin di warê siyasî, îdarî, ewlekariyê de rêveberiya xwe bikin. Ji bo çareseriyê, dewleta Iraqê heya niha pêş de gav neavêtiyê. Nexwestiye ku bi şiklekî demokratîk ev pirsgirêk çareser bibe. Her tim me xwestiye bi diyalogê meselê çareser bikin. Bêyî ku hêzên cûda tesîr bikin me xwestiye bi Iraqê re çareser bikin. Lê di hevdîtinên dawî de jî gotin çi dibe bila bibe divê hun peymana 9’ê Cotmehê qebûl bikin. Ruxmê ku gel vê peymanê red dike, car din jî dixwazin li ser milet ferz bikin.”

‘Şengal dikare bibe mînaka çareseriyê’

Herbo, xeteriyên vê siyaseta hikumeta Iraqê jî nirxand û hişyariyên girîng kirin. Herbo destnîşan kir ku eger hikumeta Iraqê pirsgirêkê bi şêwaza demokrasiyê çareser neke dê wekî li Diyala, Xaneqîn û Kerkûkê, pirsgirêk û alozî kûr bibin û got eger pirsgirêk bi awayek demokratîk çareser bibe wê demê dê Şengal ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Iraqê bibe mînak û model.

Herbo diyar kir ku ew ne li dijî hebûna dewleta Iraqê ne lê pirsgirêk ew e ku hikumeta Iraqê mafê gelê Êzidî înkar dike û got “Dema me li vir şer kir dewlet ne li vir bû. Me wekî hemwelatiyên Iraqê şer kir. Lê niha dewlet dixwaze sazî û însanên girêdayî xwe ava bike, dixwaze her tişt di xizmeta siyaseta wan de be. Em li hemû parezgehên Iraqê binêrin, li her cihê ku dewletê sazî û dezgeh ava kirine, nakokî tê de hene.”

‘Ne çareserî xwe ferzkirin heye’

Herbo di dawiya nirxandina xwe de li hemberî ferzkirina Peymana 9’ê Cotmehê ya hikumeta Iraqê jî helwesta civaka Êzidî bi van gotinan anî ser ziman: “Helwesta me ya berê li hemberî Peymana 9’ê Cotmehê çi be em hê jî xwedî heman helwest in.  Em ji diyalogê re vekirîne, dixwazin pirsgirêkê çareser bikin. Lê eger Iraq di ya xwe de israr bike dê wisa çareser nebe. Bi rengê çareseriyê nêzîk nabin, bi rengê xwe ferzkirina li ser gel nêzîk dibin. Ev jî ji milê me ve nayê qebûl kirin.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button