MXDŞ’ê ji malbata Silo Nayîf re sersaxî xwest

Duh kedkarê civaka Êzidî Silo Nayîf Erefat ji ber nexweşiyekê jiyana xwe ji dest da. MXDŞ’ê bi daxuyaniyek nivîskî sersaxî ji malbata Silo Nayîf re xwest

Kedkarê civaka Êzidî Silo Nayîf ji nehya Tilezêr ku li Xanesorê jiyan dikir, duh ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Silo Nayîf li goristana Şêxmend a çiyayê Şengalê bi tevlîbûna welatî û endamên saziyên Şengalê, spartin axê.

Meclisa Xweseriya Demikartîk a Şengalê li ser wefata Silo Nayîf Erefat peyamek sersaxiyê belavkir. MXDŞ’ê di peyama xwe de got; “Em weke Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê sersaxî ji malbata Silo Nayîfre dixwazin, emê ti carî Silo Nayîf ji bîr nekin.

Ji destpêka fermana 3 Tebaxa 2014’an ve bê navber hevalê me Silo di nava kar û xebatê de bû. Kedek mezin di nava saziyên me de meşandiye, heya dawiya temenê xwe jî di nava kar û xebatê de bû.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button