Xelkê me yê Şengalê bi meşek girseyî êrişa dewleta Tirk şermezar kir  

Bi sedan welatiyên Şengalê li dijî êrişa duh a li ser kampa Şehîd Nazê ya li Serdeşta Şengalê pêkhat, meşek li darxistin

 

Di saetên êvarê de bi pêşengtiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê meşek li dijî êrişa duh a li Kampa Şehîd Nazê ya li devera Serdeşt a Şengê pêkhatibû hat organîzekirin.

Di meşa ku bi sedan welatiyên Şengalê tevil bûn de ji ber Darên Qewala destpêkir heta ber Meclîsa Gel a Serdeştê berdewam kir.

Di meşê de gelek kesayet, serok eşîr, endamên sazî û rêxistinên civaka Êzidî jî tevlî meşê bûn. Di meşê de bê navber dirûşmên “Bimre îxanet”, “Bijî berxwedana Şengalê” hatin qêrîn û poesterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Piştî meş gihişt ber Meclîsa Gel a Serdeştê, li ser navê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm daxuyanî da û got: “Gelê me yê Serdeştê ku li himberî dijminê mirovahiyê li ber xwedan û serî ji tu kesî re netewandin, tevî hemû mercên zehmet yên jiyanyê di nava çadiran de li ber xwedan, îro rastî êrîşên dewleta Tirk a dagiker tên. Bila dijmin baş bizane em wek civaka Êzidî li ser gotina Fermandarê mezin Şehîd Zerdeşt Şengalî ne û em jî dibêjin “Êzidî natirsin.”

Li her dera Şengalê hêzên artêşa Iraqê hene, em ji bo parastina gelê Şengalê û taybet kampa Serdeştê a koçberan Iraqê berpirsiyar dibînin. Me wek civaka Êzidî li himberî DAIŞ’ê şer kir û me rûmeta Iraqê parast, îro pêwsîte Iraq jî rê li ber van êrîşan bigire. Bêdengî tê wata destek dayînê.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button