Şehîd Zîlan li Dugirê ya Şengalê hate bîranîn  

Gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan, ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê çalakiya fedayî kir, di salvegera 25’an a şehadeta xwe de li komalgeha  Dugirê  Şengalê hate bîranîn

 

Li  Komelgeha Dugirê ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve bi semînerekê Gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan hate bîranîn.

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Riham Hiço û jinên beşdarî semînerê bûn li ser jiyan û têkoşîna Zîlan axivîn.

Riham Hiço diyar kir ku Zîlan li ber zordestiya pergalê rabû, bi vê armancê tevlî nava refên azadiyê bû û diyar kir ku weke jinên Êzidî wê heta dawiyê li pey têkoşîn û doza wê bin.

Rihan Hiço got: “Hevala Zîlan ne kesayetiyek  ji rêzê bû, di pergalê de jî jinek jêhatî, jîr û zana bû.  Ji xwe wê xwendina xwe qedandibû. Lê jiyana nava pergalê ji wê re zor hat û xwest serî li hemberê dagirkeriyê rake û beşdarî refên têkoşînê bû. Ew di nava refên tevgera azadiyê de jî her tim xwedî lêgerîn bû. Lêgerîna wê ew kir canbexşa gel û welatê wê.”

Di dawiyê de Hiço soza şopandina rêya şehîdan da û wiha domand: “Em soz didin ku heya jineke Êzidî hebe, heya dilopek xwîn di canê me de hebe, wê têkoşîn û doza wan her tim bi nifşên nû were bihêzkirin. Em ê şopdarên wan bin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button