Dagirkeriya Tirk careke din êrîşî Şengalê kir 

Balafirek bê firokevan a bi çek a dewleta Tirk a dagirker, nêzî Kampa Serdeştê ya li ser Çiyayê Şengalê bombebaran kir

 

Îro piştî nîvro derdora seet 15:00’an de balafirek bê firokevan a bi çek a dewleta Tirk a dagirker, êrişê kampa serdeşt a li ser Çiyayê Şengalê kir. Êriş nêzî 20 metre dûrî Kampa Şehîd Nazê pêkhat.

Têkildarî encama êrişê agahiyên berfireh nehatin bidestxistin. Çav li rêye ku di kêliyên pêş de derbarê êrişê de daxuyaniyek bê dayîn.

Hêjayî gotinê ye ku devera Serdeşt li ser Çiyayê Şengalê ye, di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên 2014’an de bi hezaran kes xwe spartin vê deverê û hina jî bi hezaran welatiyên Şengalê lê dijîn.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button