Xelkê me yê Şengalê: PDK’ê çawa Şengal firot DAIŞ’ê, niha jî Başûr firotiye Tirkiyeyê

Xelkê me yê  Şengalê diyarkirin ku çawa PDK’ê Şengal firot DAIŞ’ê, niha jî axa Başûrê Kurdistanê firotiye dewleta Tirk. Welatiyan gotin ku ewê weke Êzidî heya dawî li ber xwe bidin û piştgiriyê bidin gerîla

 

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk a ku bi hemû hêza xwe êriş dike, nikare xwe li ber berxwedana gerîla bigre. Ji ber ku nikare, vê carê dixwaze di nava Kurdan de şerek lidarbixe û bi vê re bigihi armanca xwe.

Welatiyên Şengalê li ser helwesta PDK’ê ya dijî yekîtiya netewî, liv û tevgera hêzên PDK’ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji Rojnews re axivîn.

Welatiyê bi navê Şêx Derwîş destpêkê berxwedana gerîlayên azadiyê ya dijî dewleta Tirk a dagirker silav kir û got; “Çawa Şengal hat firotin, niha axa Başûrê Kurdistanê jî hatiye firotin. Ji bo ku Êzidiyan her çar parçeyên Kurdistanê yeke, li ku derê berxwedanî hebe em piştigriyê didin wir. Ji ber ku dijminê me hemûyan yeke.”

Derwîş di dewamê de dibêje siyaseta niha tê meşandin, ji bo tinekirinê ye û wiha pêde çû; “Kîna dewleta Tirk ji dema borî de tê, li ser Êzidiyan 74 ferman hatine kirin û piraniya fermanan destê dewleta Tirk heye.”
Derwîş dawiya axaftina xwe de jî behsa helwesta PDK’ê dike û dibêje, bêdengî tê wateya wê ku destê wan jî di nava dagirkeriyê de heye. Eger ger ne wisan be dikarin xwedî helwest bin, bi xwe jî nekaribin bila ji Iraqê alîkarî bixwazin.

Ciwanê bi navê Melhim Berekat jî li ser heman mijarê nêrîna xwe anî ziman. Melhim destpêkê partiyên ku piştgiriyê didin dijmin şermezar kir û wiha axivî; “Em weke ciwanên Êzidî amadene erk û berpirsyartiya li hemberî dagirkeran dikeve ser milê me, pêkbînin. Kê alîkariya me kiribe, emê heya dawî li gel wan bin, ji bo vê jî em berxwedana gerîla ya dijî dagirkeran xilav dikin. Gerîla me ji mirinê xilas kirin, emê ti carî wana ji bîr nekin û emê bi wan re dijî dagirkeran şer bikin. Em weke civaka Êzidî şer naxwazin, lê eger tijmin li tinekirina me bigere, li kuderê be emê jî li ber xwe bidin.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button