Li Şengalê Têkoşer Botan bi merasîmekê hate bîranîn 

Gerîlayê HPG’ê Têkoşer Botan li warê xwe li Şengalê bi merasîmekê hate bîranîn

Gerîlayê HPG’ê Îbrahîm Elyas bi nasnav Têkoşer Botan ku 14’ê Gulana 2021’ê li qada Zendûra ya herêma Metînayê, di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû, îro li Şengalê bi merasîmekê hate bîranîn.

Merasîm li gundê Duhola yê Şengalê, li mala malbata Îbrahîm Elyas hate lidarxistin. Endamên Rêveberiya Xweser a Şengalê, Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Êzidxanê, YBŞ, YJŞ, Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Saziya Malbatên Şehîdan li gel sazî û dezgehên Şengalê û xelkê herêmê beşdarî merasîmê bûn.

Li ser navê YBŞ û YJŞ’ê  Kûrtay Şengalî li merasîmê axivî û got, “Em mafdar in. Cîhan hemû bi ser me de were jî em ê li ser rêya Tawizî Melek bin. Em ê ti carî bi paş ve gavê neavêjin. Em ê bi ser bikevin. Em dibêjin bila serê Rêber Apo, serê malbatê û tevahiya civaka Êzidî sax be. Hol hola Tawizî Melek e.”

Bi navê malbata Elyas, Çeko Şengalî axivî û got, “Ji bo tola gelê xwe hilîne, berê xwe da rêya dijrê. Armanc û rêya pîroz şopand. Xwest ji gelê xwe re bibe têkoşerek û lehengek. Çawa ku di nava civaka Êzidî de pîr her tim yên tifaqî û rewşenbîrên civakê ne Şehîd Têkoşer jî xwest ku li nava refên gerîla bibe mînak ji bo civaka xwe. Bi saya keda Têkoşer, Zerdeşt û hevrêyên mîna wî em gihîştine vê astê. Divê civaka me zanibe ku tenê bi leheng û berxwedaniya ciwanên wiha em dikarin paşeroja xwe misoger bikin.”

Xwişka Têkoşer Botan, Tewrê Elyas jî destnîşan kir ku rêya Têkoşer rêyeke mafdar e û got, “Birayê min ji bo tola keç û xortên me hilîne li ber xwe da, berê xwe da serê çiyê. Rêya birayê min rêyeke mafdar e.”

Ji TAJÊ Kinê Xidir jî diyar kir ku divê ew tev bibin mîna Têkoşer, Zerdeşt û Egîd Civyan û got, “Lawê me Têkoşer bi êşa fermanê rabû û ji bo dermankirina birînên civaka xwe berê xwe da têkoşînê. Ew bi lehengane li ber dijmin rabû û li çiyayê Metînayê bi lehengî şehîd ket. Divê em xwedî li rêya wî derkevin.”

Merasîm bi sînevîzyonek li ser jiyana Şehîd Têkoşer Botan bi dawî bû.

ROJNEWS-ÎBRAHIM ÊZDÎN

Show More
Back to top button