Şandek Şengalê serdana Tevgera Goran kir  

Şandek ji Şengalê serdana Silêmaniyê kir û bi Tevgera Goran re civiya. Şande behsa yekîtiyê kir.

Şandek Şengalê ku di nav de cîgirê serokê PADÊ Azad Ebdal, endamê Mekteb Siyasî ya PADÊ Silêman Hacî, endamên Rêveberiya Komîteya Dîplomasiyan ya TAJÊ Suham Dexîl û Dayê Şemê, li Silêmaniyê serdana Tevgera Goran kir.

Şandeya Şengalê ji aliyê rayedar û endamên Tevgera Goran ve hatin pêşwazî kirin.

Li gorî agahiyan di hevdîtinê de li ser mijara yekrêziya kurdan hatiye rawestîn û behsa girîngiya yekîtiyê hatiye kirin.

Show More
Back to top button