Li Şengalê jinên ciwan hînî ajokariyê dibin

Li gundê Borikê yê Şengalê dewreya perwerêd ya hînbûna ajokariyê ya keçên ciwan despêkiriye û dê 15 rojan bidome. Tê payîn li hemû gundên Şengalê dewreyên ajokariya keçên ciwan bên dayîn

https://www.youtube.com/watch?v=g8QTIH5i0sA

Ev demeka li Şengalê ji aliyê tirafika Êzidxanê ve perwerdeyên ajotina wesayîtan ji bo keçên ciwan tê dayîn. Li gor pêdivîyan her car li gundekê perwerde tê dayîn û 15’e rojan dewam dike. Gundê Borikê jî ji bo jinên ciwan fêrî ajutina tirimpêlê bibin dest bi perwerdeyê kirin. Ji ber berî fermanê derfetên wiha nînbûn, ger hebe jî ji kêm jinan re destur dihate dayin. Piştî fermanê çawa jinan xwe di her warî de perwerde kirin, niha bi hema şêweyî xwe fêrî wesayîtan jî dikin. Jin ajokariyê ji xwe re girîng dibînin, ji bo wê mereqeke zêde ya jinên ciwan ji bo fêrbûna ajokariyê heye.

Keça ciwan ya bi navê Ahram Simayîl di dewreya ajokariyê de cihê xwe digre wiha qala perwerdê dike: “Me weke keçên Êzidî du rojin dest bi perwerda ajokariyê kirye. Em gelek rehet fêr dibin, ji bo me gelek xweşe. Ev dewra me ji aliyê tirafikê ve hatiya dayin, wê li her gundî bê dayin, vê carê ji li gundê me destpêkir. Bi rastî divê hemû keçên ciwan ên Êzidî xwe fêrî ajokariyê bikin, ji ber ji bo me hemûyan pêwista. Ajokarî hertim pêwist dike. Ji ber divê serdemê de pêdivî bi wesayîtan çêdibin û ji bo em karê xwe bi xwe rêvebibin pêdiviyên me pê heye.”

Ehram Simayîl jî got: “Divê hemû keçên ciwan li kuderê bin xwe fêrî ajokariyê bikin. Daxwaza min ji hemû keçên Êzidî heye bên ser axa xwe û ji bo ji nû ve avakirina Şengalê ked bidin. Ez xwe hînî ajokariyê dikim û ji bo fêrbûna wê jî ji xwe bawerbin.”

VİYAN SEİD-ŞENGAL-JINHA

Show More
Back to top button