Nûnera Netewên Yekbûyî li gel Rêveberiya Xweser a Şengalê civiya

Nûnera Taybet a Netewên Yekbûyî li Iraqê Vojackova Sollorano serdana Rêveberiya Xwesera a Şengalê kir û li ser rewşa Şengalê axivîn

Îro Nûnera Taybet a Netewên Yekbûyî li Iraqê Vojackova Sollorano, serdana Şengalê kir û li Meclîsa Gel a Serdeşt a li Çiyayê Şengalê, ji aliyê rayedarên Rêveberiya Xweser û TAJÊ ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de li ser geşedanên dawî li herêmê, naskirina sîstema Rêveberiya Xweser, her wiha jinûve avakirina Şengalê û peywendiyên bi rêveberiya xweser re hatin nîqaş kirin.

Têkildarî civînê Cîgirê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm axivî û da zanîn ku wan di hevdîtinê de li ser rewşa Şengalê giştî û vegera koçberan axivîne.

Îbrahîm diyarkir li ser peyamana 9’ê Cotmehê wan nerazîbûnê xwe nîşanî NY ‘ê dane û got : ”Me nêzîkatiya wan û beşdariya NY di îmzekirina peymanê de rexne kir, ji ber wan Êzidî beşdarî di wê peymanê de nekirine.”

Heso Îbrahîm got : “Ev cara yekeme ku şandeya Neteweyên Yekbûyî di asta berpirsyariya giştî de bi me re hevdîtinan dike. Ji niha û şûnde wê li ser ji nûve avakirina Şengalê hevdîtinên me berdewam bikin.”

Show More
Back to top button