‘Şingal ji her derê bi ewletir e’

Bi fermana di sala 2014’an de ya ku bi ser gelê me yê Êzîdî de hatî, hemû xelkê me li her derê penaber û koçber bû

Lê piştî ku Şengal ji çeteyên DAİŞ’ê ji aliyê gerîlayên HPG-YJA-STAR û YPG û YPJ ve hat rizgarkirin her roj miletê me yê Êzîdî vedigere ser cih û warê xwe. Şêniyên me yên Şengalê ji bo bikaribin jiyaneke nû jiyan bikin pêdiviya wan bi avakirina gelek mal û xaniyên wan ên rûxiyayî heye.

Welatiyê bi navê Elî Tilezêr jî yek ji wan welatiyên ku bi karê înşaatê ve mijûl dibe. Elî da zanîn ku “Şengal ji her cihî ewletir e û avakirina malan jî nîşaneya vê yekê ye.”

Welatiyê bi navê Elî Tilezêr ji Radyo ya me re derbarê vê mijarê de axivî û got: “Di sala 2016’an de piştî fermanê em ji kurdistanê vegeriyan cih û warê xwe, me ji xwe re cihekî kar li Nehiya Sinunê a Şengalê vekir û niha jî rewşa me pir baş e. Niha her kes di Şengalê de bi xwe karê xwe dike û hemû gelê me bi hevre dibe alîkar. Her roj ji rojê zêdetir kar baştir dibe di Şengalê de, ne weke beriya niha bi salekê ye, ji ber ku her roj vegera xelkê ji  bo Şengalê zêdetir dibe em jî bi vê yekê kêfxweş in.”

“Parastina me çiyayê Şengalê ye”

Elî bal kişand ser vê karî û wiha pêde çû: “Di sala 2019’an de me dest bi vê karî kir. Ez û çend hevalên xwe vî karî dikin weke tê zanîn ev karekî rojane ye, di kêleka vê jî zehmetiya wê jî hene. Ji ber hesin hinekî biha ye û  ya rastî karekî girane hêzekî mezin jê re pêwîst e. Beriya fermanê jî min ev kar dikir. Ji ber bihabûna heyî tu kes nikare ji xwe re mal ava bike û ji ber vê yekê jî hinek karê me lewaz bûye. Êdî li piştî fermanê xelkê me berê xwe dide quntarê çiya û li wê derê ji xwe re malan çêdike. Ji ber çiya cihekî ewle ye ji miletê Şengalê hem dost û heval e ji bo me.”

“Bila gelê me vegere cih û warê xwe”

Tilezêr di dawiya axaftina xwe de bang li hemu Êzîdiyan kir ku vegerin ser cih û warê xwe û got: “Niha Şengal ji her derê zêdetir bi eman e bila kes nebêje ne ewle ye. Em di vê hêvî û baweriyê de ne ku hemu miletê me yê Şengalê vegerin ser axa xwe.”

Şengal/ Mîlan Cûdî

Show More
Back to top button