Bi merasîmekê 50 endamên nû tevlî Asayîşa Êzidxanê bûn

Li Şengalê piştî dewreya perwerdeyê bi merasîmekê 50 encamûn nû tevlî xebatên ewlehiyê ya Asayîşa Êzidxanê bûn.

Welatiyên Êzidî roj bi roj parastina xwe û rêxistinbûyîna xwe xurt dikin. Ji dewreya Şehîd Serhed a Akademiya Şehîd Şengal 50 encamên nû mezûn bûn û bi merasîmek leşkerî tevlî Asayîşa Êzidxanê bûn. Endamên nû ji gund û navçeyên Şengalê ne.

Dewreya perwerdeyê mehekê berdewam kir. Di mehekê de perwerdeya disîplîna leşkerî, dîroka Êzidxanê û xweparastinê perwerde hate dayîn.

Merasîma leşkerî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre yek ji rêveberên Asayîşa Êzidxanê Hisên Şengalî axivî.

Şengalî di serî de dewreya perwerdeyê li tevahiya civaka Êzidî pîroz kir û got: “Em di rewşekî re derbas dibin ku êrişên derve û hundir gelek li ser me hene. Ji bo vê jî mezinkirina hêzên ewlekariyê ji me re pêwîste. Em dibînin roj bi roj hêzên me zêde dibin û xwe bi rêxistin dikin. Pêwîste kesên beşdarî wê dewreyê bûne, li gor qanûnên Asayîşa Êzîdxanê tevbigerin. Ji ber ku niha çavê gelê me li me ye û divê em ji bo parastina wan tim û dayîm amade bin. Em li tevahiya Şengalê cihê xwe digirin. Divê em xwe hîn zêdetir rêxistin bikin, ji ber gelê me roj bi roj berê xwe didin Şengalê, bi saya zarokên Êzidxanê rehet radizin.

Şengalî bal kişand ser pilanên li ser Asayîşa Êzidxanê û wiha domand: “Her kes dizane hewildan hatine kirin ku me tine bikin, lê bi xwedîderketina gelê me û yekbûna me hemû pilan vala hatin derxistin. Em nebêjin êdî pilan li ser me nînin, pêwîste ji bo her tiştî em amade bin.”

Piştî merasîmê endamên asayîşê govend gerandin û li ser yekeyên wan hatin belavkirin.

 

Show More
Back to top button