PADÊ li ser bûyerên li herêmê bi gel re civiya
Li bajarokê Til Izêr PADÊ têkildarî bûyer û pêşketinên li herêmê û taybet rewşa koçberên li kampan bi gel re civînek pêk anî
Bi pêşengtiya yek ji Serok Patriya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Omer Salih û endamê rêveber Hadî Mehlo û Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel li Salona Laleş a bajarokê Til Izêr li ser bûyer û bi taybet jiyana welatiyên Êzidî yên li nava kampan civînek hate lidarxistin.
Di civînê de di serî de rewşa li Şengal û dîsa pêşketinên li Iraq û Rojhilata Navîn hatin nirxandin.
Di civînê de bal hate kişandina ser siyaseta li ser Şengalê tê kirin û dîsa siberoja Êzidiyan wê çi be hate nîqaşkirin.
Yek ji xala din a di civînê de li ser hate sekinîn ew jî şewata li kampên koçberên Êzidî yên li Başûrê Kurdistanê û jiyana li nava kampan bû.
PADÊ heman demê guh da daxwaz û nêrînên gel ên derbarê van mijaran.