Şîrovekarên Siyasî yên Iraqê: Tirkiye dixwaze Şengal, Kerkûk û herêmên din dagir bike

Li gorî şîrovekarên siyasî yên Iraqê, dewleta Tirk çavê xwe berdaye ser dagirkirina Kerkûk, Şengal û herêmên din yên Başûrê Kurdistanê

Şîrovekaran dan zanîn ku dibe ku Hikumeta Hewlêr jî beşek ji vê parçeyê be û gotin; “Di helwesta Iraqê ya dijî êrişan de, ti helwestek nîştimanî nînin.”

Dewleta Tirk a dagirker bi dehan sale bi dijwarî êrişî Başûrê Kurdistanê dike, heya niha bi dehan sivîl di encama êrişan de jiyana xwe ji dest dane. Dewleta Tirk her ku diçe êrişên xwe berfirehdike û li herêmên dagir dike bicih dibe. Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê jî bêdengiya xwe ya hemberî dagirkeriya Tirk diparêzin.

Nerazîbûna di nava raya giştî de a hemberî dagirkeriya Tirk roj bi roj zêde dibe. Şîrovekarên siyasî yên Iraqê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de ji Rojnews re axivîn.

Destpêkê şîrovekar Haşim Kendî axivî û ragihand ku Tirkiye ji bo temenê xwe dirêj bike, dixwaze împaratoriya Osmaniyan zindî bike. Haşim got ku Tirkiyeyê çav ber daye ser dagirkirina Kerkûk, Şengal û hemû herêmên din yên Başûrê Kurdistanê.

Haşim Kendî di dewama axaftina xwe de dibêje; “Mixabin di be ku Hikumeta Hewlêr jî bi dagirkeriya Tirk re hevkar be. Helwesta Hikumeta Iraq ya hemberî dagirkeriyê jî gelek lewaze û ne helwestek nîştimaniye.”

Şîrovekarek din ê siyasî Elî Sahib jî ragihand ku destdirêjiyên dewleta Tirk metirsîdarin û wiha pêde çû; “Niha ne tenê êrişên leşkerîne, di heman demê de êrişên ser çandiniya welatiyane û xwezaya herêmê jî talan dikin. Destwerdana dewleta Tirk binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye, bêdengiya Hikumeta Iraq jî tê wateye kêmkirina hebûna serweriya Iraqê. Divê Iraq li Konseya Ewlekariyê giliyê Tirkiyeyê bike. Yan jî balyozê Enqere yê li Iraqê, ji Bexdayê derbixe.”

ÇAVKANİ: NAVENDA NÛÇEYAN- ROJNEWS-MIHEMED CIBURÎ/ROJNEWS

Show More
Back to top button