Ji PYD`ê banga rêzgirtina îrada Şingalê

Meclisa Giştî ya PYD`ê bang li dewleta Iraqê kir ku rêzdariyê ji îradeya gelê Şengalê re bigire û li pey planên hêzên herêmî ku Şengalê dikin hedef neçe

Hêzên artêşa Iraqê duh hewl da li gundê Gir Zirk ê belav bibin, xelkê Şingalê ev hewldan red kir û nehişt bikevin gund. Têkildarî mijarê Meclisa Giştî ya PYD`ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de siyasetên Bexdayê yên der barê Şengalê de red kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Careke din hikumeta Bexdayê bi desteka hêzên herêmî siyaseta nedemokratîk û dûrî îradeya gelê Şenglê ku rastî zehmetî û komkujî ji aliyê hêzên terorîst ve hat, ferz bike. Hêzên terorîst hewl da gel û hebûna wî li ser xaka wî tune bikin. Roja sêşema 20`ê Nîsanê, hikumeta Iraqê hewl da derbasî gundê Gir Zirk ê Şengalê bibe da ku rewşeke nû ku ne li gorî hêvî, îrade û azadiya gel e, ferz bike. Tevî berxwedana YBŞ`ê û Asayîşa Êzîdxanê ku li hember mezintirîn rêxistinên terorîst (DAIŞ) sekinî, di demekê de ku artêşa Iraqê li pêşiya DAIŞ`ê têk diçû û di nava çend saetan de bajarên Iraqê diketin.

Em wek Meclisa Giştî ya PYD`ê siyasetên ku hewl didin gelê me li Şengalê têk bibin, red dikin. Em vê yekê wek berdewama komploya ji aliyê hin hêzên herêmî ve ku dixwazin îradeya gelê Kurd tune bikin û nasname û hebûna wî biguherînin, dibînin. Em tekez dikin ku em ê bi derfetên xwe yên heyî û rewşa bi gelê xwe li Şengalê re bisekinin û destekê bidin wan. YBŞ tekane alî ye ku dikare wê û gelê wê biparêze. Em bang li dewleta Iraqê dikin ku bi gelê Şengalê re bikeve diyalogê û rêzdariyê bide îrade, azadî, nûnertiya siyasî û leşkerbûna rewa.”

ÇAVKANÎ: ANHA

Show More
Back to top button