TEV-DEM: ‘Em piştgirê Şingaliyan e’

TEV-DEM'ê bang li rêveberiya Bexdayê kir ku bi diyalogê nêzî Şengalê bibe û hurmetê nîşanî îradeya xelkê me bide

Li hemberî hewildana hukumeta İraqê ya ji bo pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ku bê vîna miletê me ji aliyê PDK û Bexda ve hatiye îmze kirin nerazîbûn berdewam dike. Taybet piştî hewildana artêşa iraqê ya ji bo ketina gundê Gir Zerik gelek sazî, partî û rêxistin daxwuyanî dan û piştrgiriya xwe ji bo xelkê me anîn ser ziman.

Yêk ji wan Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) e.

Li gora anf ragihandiye TEV-DEM’ê di daxuyaniyê de ji hukumeta Iraqê xwest  ku erkên xwe yên exlaqî li hemberî dozên civaka me ya li Şengalê bîne cih û destekê bide projeya demokratîk ku ji bo çareseriyê nimûne ye.

TEV-DEM`ê jî bal kişand ser ku hikumeta Iraqê şûna rêzê ji vîna serkeftî bigire û bi mafên civaka me ên rewa di destûreke demokratîk de îtîraf bike, bi rêya pêkanîna lihevkirina 9`ê Cotmehê hewldana êrişkirina herêmê dike.

Berfirehiya daxuyanî wiha ye:

“Careke din hikumeta Bexdayê bi desteka hêzên herêmî siyaseta nedemokratîk û dûrî îradeya gelê Şengalê ku rastî zehmetî û komkujî ji aliyê hêzên terorîst ve hat, ferz bike. Hêzên terorîst hewl da gel û hebûna wî li ser xaka wî tune bikin. Roja sêşema 20`ê Nîsanê, hikumeta Iraqê hewl da derbasî gundê Gir Zirk ê Şengalê bibe da ku rewşeke nû ku ne li gorî hêvî, îrade û azadiya gel e, ferz bike. Tevî berxwedana YBŞ`ê û Asayîşa Êzîdxanê ku li hember mezintirîn rêxistinên terorîst (DAIŞ) sekinî, di demekê de ku artêşa Iraqê li pêşiya DAIŞ`ê têk diçû û di nava çend saetan de bajarên Iraqê diketin.

Em wek Meclisa Giştî ya PYD`ê siyasetên ku hewl didin gelê me li Şengalê têk bibin, red dikin. Em vê yekê wek berdewama komploya ji aliyê hin hêzên herêmî ve ku dixwazin îradeya gelê Kurd tune bikin û nasname û hebûna wî biguherînin, dibînin. Em tekez dikin ku em ê bi derfetên xwe yên heyî û rewşa bi gelê xwe li Şengalê re bisekinin û destekê bidin wan. YBŞ tekane alî ye ku dikare wê û gelê wê biparêze. Em bang li dewleta Iraqê dikin ku bi gelê Şengalê re bikeve diyalogê û rêzdariyê bide îrade, azadî, nûnertiya siyasî û leşkerbûna rewa.”

ÇAVKANÎ: ANHA

Show More
Back to top button