‘Pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin’

HDP bi daxwuyaniyekê bang li hêzên pêwendîdar ên Iraqê kir ku di mijara Şengalê de ne bi hêza leşkerî, bi rêya diyalog û danûstandinan tevbigerin û pirsgirêkan bi vî rengî çareser bikin

Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy li ser hewldana artêşa Iraqê ya ji bo destwerdana leşkerî ya li gundê Gir Zerik ê Şengalê daxuyaniyek dan û gotin, “Bi navê HDP’ê em piştgiriyê didin mafê ewlehiyê yê civaka Êzidî ya li Şengalê ku xwe bi xwe biparêzin.”

Daxuyaniya Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê de wiha hate gotin: “Bi navê HDP’ê em piştgiriyê didin mafê xelkê Êzidî yê Şengalê ku mexdûrê 74 fermanan e û divê ewlekariya xwe bi xwe bikin. Mafê xweparastinê ku bi ti awayî gefê li yekparebûna Iraqê naxwe, ji bo Êzidiyên ku hîn gef li wan tê xwarin misogerî ye û em li bendê ne ku her kes hurmetê nîşanî vî mafê rewa bidin.”

Di dawiya daxwuyaniya HDP de jî wiha hate gotin: “Li şûna liv û tevgera leşkerî ya li Şengalê, em bang dikin ku bi rêya diyalog û danûstandinan pirsgirêk bên çareserkirin, bi vê armancê hîn bêhtir hewl bê dayin û em vê bang li hemû hêzên berpirsyar ên Iraqê dikin. Em bang li aliyan hemûyan dikin, ku ji bo xelkê Şengalê di serî de xweparastin hemû mafên wan ên demokratîk misoger bibin, bi berpirsyarî tevbigerin.”

Berfirehiya daxuyaniya Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê wiha ye: “Ji êvara 20’ê Nîsanê û pê ve artêşa Iraqê yekîneyên leşkerî li gundê Gir Zerik ê Şengalê û derdora wê bi cih dike.

Travmaya reva hêzên hikumeta Iraqê û Rêveberiya Herêmî hîn li holê ye ku sala 2014’an xelkê Şengalê di nava qirkeriya DAIŞ’ê de hiştin. Lewma têkildarî xisara destwerdaneke leşkerî ya nû, bi navê hevserokên me yên giştî di 26’ê Mijdara 2020’î de me nameyek pêşkêşî Serokkomarê Iraqê Birêz Berhem Salih û Serokwezîrê Iraqê Birêz Mistefa El Kazimî kiribûn. Bi navê HDP’ê em piştgiriyê didin mafê xelkê Êzidî yê Şengalê ku mexdûrê 74 fermanan e û divê ewlekariya xwe bi xwe bikin. Mafê xweparastinê ku bi ti awayî gefê li yekparebûna Iraqê naxwe, ji b Êzidiyên ku hîn gef li wan tê xwarin misogerî ye û em li bendê ne ku her kes hurmetê nîşanî vî mafê rewa bidin.

Şengal li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê yek ji herêmên cihê nîqaşê ye, lewma mafê xelkê Şengalê ye ku biryarê li ser paşeroja xwe bide. Eşkere ye ku destwerdana leşkerî ya li vê herêmê wê bandoreke neyînî li aramiya civakî û siyasî ya Iraqê bike. Li şûna liv û tevgera leşkerî ya li Şengalê, em bang dikin ku bi rêya diyalog û danûstandinan pirsgirêk bên çareserkirin, bi vê armancê hîn bêhtir hewl bê dayin û em vê bang li hemû hêzên berpirsyar ên Iraqê dikin. Em bang li aliyan hemûyan dikin, ku ji bo xelkê Şengalê di serî de xweparastin hemû mafên wan ên demokratîk misoger bibin, bi berpirsyarî tevbigerin.”

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button