‘Divê em hevgirtî bin’

Jinên êzidî yên li Helebê dijîn jî gotin “Divê em li hemberî siyasetên qirkirinê hevgirtî bin”

Tevî ku di ser komkujiya Şengalê re 6 sal derbas bûn jî, lê belê gef û lihevkirinên li dijî xaka me berdewam dike. Li hemberî van gef û êrîşên li çar aliyê cîhanê xelkê me bertek nîşan didin û banga yekîtî û hevgirtinê dikin.

Endama Koordînasyona Mala Êzidiyan a bajarê Helebê Ranya Cefer ji anha re axivî û banga sekinandina li kêleka xelkê me yên li Şengalê kir.

Ranya Cefer wiha got: “Li dijî gelê êzidî yê Şengalê siyaset tên meşandin. Bi wan siyasetan dixwazin bûyerên sala 2014’an dubare bikin.”

Ranya teqezî bi sekinandina li hemberî van êrişan kir û bang li xelkê me li seranserê cîhanê kir ku piştgiriya Asayîşa Êzîdxanê û xelkê Şengalê bikin ku bi dirûşmeya  “Em hemû Asayîş in” çalakiyên xwe dewam dikin. Her wiha banga sekinandina li kêleka gelê me yên li Şengalê li hemberî hemleyên qirkirinê kir.

‘SIYASETA QIRKIRINÊ YA LI DIJÎ ME DEWAM DIKE’

Ciwana êzidî ya bi navê Rocîn Qelender jî wiha axivî: “Dewleta Tirk a li dijî mirovahiyê hewl dide nasnameya me tune bike û me qir bike. Siyasetên qirkirinê li Efrînê û Şengalê bi rêya binpêkirinên li dijî şêniyên herêmê, dewam dikin. Ji lew re, tiştê ji me tê xwestin divê em di hebûn û girêdana bi baweriyên xwe û pêkanîna rê û resmên xwe de, israr bikin.”

Rocîn hêvî kir ku aştî ji bo hemû gelên herêmê pêk bê, rêber Abdullah Ocalan azad bibe û hemû herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de, rizgar bibin.

Yara Hisko ya ji Efrînê jî diyar kir ku ev sala 3`yemîn e ku ew cejna Çarşema Sor dûrî xaka xwe û cihên xwe yên dîrokî li Efrînê pîroz dikin û wiha domand: “Lê belê bila bizanin ku çi qasî dijminên mirovahiyê siyasetên qirkirinê li dijî êzidiyan dewam bikin jî, nikarin rê û resmên ola êzdayetiyê ji holê rakin.”

Yara piştgiriya xwe ji bo gelê me ye eli Şengalê nîşan da û peymanên li dijî Şengalê şermezar kir û got: “Kombûna me ji bo vejandina çanda me, nîşan dide ku ew siyaset bi bin ketine û hîmên demokrasiyê ya ku banga biratiya gelan û jiyana hevbeş dike, hatine mayîndekirin.”

ÇAVKANÎ: HENAN MIHEMED-HELEB-ANHA

RANYA CEFER

YARA HİSKO

ROCÎN QELENDER

Show More
Back to top button