Li Şingalê pîrozbahiya Çarşema Serê Salê

Piştî nîvro jî şahiyên Çarşema Serê Salê destpêkirin. Li gelek cihên Şingalê îro şahiyên Çarşema Serê Nîsanê hebûn lê ya herî girseyî li Geliyê Kersê pêkhat

Îro çar aliyê Şingalê ji bo cejna xwe ya herî mezin îro ji beriya tav derkevi kete tevgerê. Xelkê me çû serdana gorên miriyên xwe, xêr belav kirin û dua kirin. Piştre jî xelkê me cejna hevdû pîroz kirin, çûn serdana hev, zarok derketin kolanan mal bi mal geriyan û cejin pîroz kirin û ji xwere şekir û şirinahî kom kirin.

Bi tevlîbûna hezaran xelkê me şahiyek bi heybet pêkhat.

Di pîrozbahiyê de peyamên Rêveberiya Xwesera a Şengalê, PADÊ û TAJÊ hatin xwendin. Hunermend Baran, Sîpan Xelat, Koma Şehîd Serhed, Koma Şeng û Arî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Hêzên Asayîşa Êzidxanê jî parastina welatiyên tevli pîrozbahiyê bûne kir.

Pîrozbahî heya sietên dereng yê êvarê berdewam kir.

Show More
Back to top button