Ji KON-MED û NAV YEK’ê peyama sersaxî

Têkildarî koça dawîkirina yek ji rêveberê Mala Êzidî ya bajarê Celle ya Elmanyayê Ehmed Ekîncî KON-MED û NAV YEK peyamek weşand

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanya (KON-MED) Ekîncî bibîr anî û diyar kir ku Ehmed Ekîncî jiyana wî bi têkoşînê û kedê derbas bûYE. KON-MED’ê destnîşan kir ku Ekîncî yek ji endamê aktîf ê Mala Êzidyan bû. Herî dawî KON-MED’ê di serî de sersaxî ji malbata Ekîncî, hemû heskirî, civaka me û gelê Kurd re xwest.

Bi heman armancê NAV-YEK’ê jî peyamek da û ev got: “Agahiya ku rêhevalê me yê bi dehê salan parêzvanê xeta mam Zekî Şengalî Ehmed Ekîncî koça dawî kir bihîst, ev yek em pir xemgîn kirin. Heval Ehmed ji destpêka kar û xebatên ji bo yekîtî û tifaqa civakê bi germahiyeke mezin derê xwe ji tevgera azadiyê re vekir, wî bi dilsozî di serî de ji bo rêxistinkirina malbat û civaka xwe kedekî mezin da û rolek pêşengtiyê girt ser milê xwe. Hevaltiya Mam Zekî Şengalî û Mam Beşîr bandorekî pir mezin li wî kiribû. Heta dawî jî girêdayî wê xetê bû. Koçdawîkirina heval Şemdîn û îro jî ya heval Ehmed ên ji rêveberiya Mala Êzidiyan a Cellê ji bo me xemekî mezin e.

Wê dilsoziya heval Ehmed tim ji bo me mînek be. Em Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidî (NAV-YEK) bi hemû sazî û pêkhateyên xwe sersaxî di serî de ji malbata Ehmed û tevahî civaka Êzidî re dixwazin û êşa wan parve dikin.”

Welatparêz û kedkarê Civaka me ku ji Rêveberiya Komela Mala Êzidiyan a bajarê Elmanya Cellê bû, Ahmed Ekîncî dûh koça dawî kirîbu. Ahmed Ekîncî sala 1948’an li Hemdûna hatiye dine. Ekîncî ê bavê 6 zarokan bu ku 4 kur 2 keç bûn sala 1977’an koçî Elmanya kiribû.

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button