Saziyên me Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin

Saziyên Civaka me yên li Ewropayê, bi peyameke hevpar Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin û ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kirin

Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK), Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ), Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ), Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ), Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan (SMGÊ) û Hevbendiya Êzidiyên Sûriyeyê (HÊS) bi daxuyaniyeke hevpar Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin.

Berfirehiya peyama hevpar a saziyan wiha ye:

“Bi navê Sazî û Rêxistinên Êzidiyan Cejna we ya Çarşema serê Nîsanê ji dil û can pîroz dikin. Weke ku tê zanîn Çarşema serê Nîsanê li gorî felsefe û baweriya Êzdiyan destpêka afirandina ‘Erdê û Vejîna Xwezayê ye’. Ji ber ev ola kevnar û qedîm li hemberî hemû ajal, xweza û mirovahiyê ewqasî bi hesas û rêzgirtî ye, meha Nîsanê cot nayê kirin, erd nayê rakirin ji bo gul, kulîlk û hemû vejînên nû dipişkivin zerarê nebînin û neyên xerakirin. Hêk, dibe remzeya erdê û rengîniya xweşik wekî nîşana xweza û jiyanê tê neqişkirin. Kulîçe wekî remzeya rojê û dawîhatina tariyê ye.

Li meha Serê Nîsanê bûk nayên guhestin, zewac nayên kirin, ango qedexe ye ji ber ku di baweriya me de ev meh bi xwe pîroz û bûka salê ye. Bi hatina Çarşema serê salê, tê wateya destpêka jiyanê û bi dawîanîna şer û serketina ronahiyê li hemberî tariyê ye.

Lê mixabin wekî tê zanin gelê me ji bêbextî û xiyaneta 03.08.2014’an û vir ve heta roja îro di dem û wextên gelek zahmet re derbas bûn û hîn jî derbas dibe. Piştî 03.08.2014’an bi deh hezaran Êzdî hatin kuştin, bi sed hezaran Êzdî ji cih û warên  xwe hatin koçkirin.

Li çar parçeyê cîhanê bûn penaber û hîn jî bi sed hezaran ji neçarî di binên konan de ne. Hîn qeder û aqûbeta jiyana bi hezaran jin û keçên Êzdiyan yên dîl ketibûn destên terorîstên DAIŞ’ê ne diyar e. Wekî ev hemû nebes bin, îro jî em dibînin ku heman dijminên ola Êzdiyan bi hemû hêza xwe ketine nava pîlanên qirêj û hewl didin Êzdiyan ji cih û warên wan yên qedîm dûr bixin.

Êzdiyan xwe bi xwe bînin hemberî hevûdin, her wiha Şengalê bi temamî ji Êzdiyan vala bikin. Lewma em wekî Sazî u Rêxistinên Êzdiyan, bang dikin hêz, rêxistin, siyasetmedar, maqûl û kesayetê Êzdiyan, ji her demê behtir îro li hemberî van pîlanên bêbext û qirêj hişyar bin û li Şengal Êzdîxanê xwedî derkevin. Her wiha em bang dikin Neteweyên Yekbuyî hemû sazî, rêxistin û dezgehên demokratîk jî dikin, ji bo bi berpirsyarî û erka xweyî mirovî rabin, hewl bidin bi dewleta Iraqê re bikevin nava danûstandinan ji bo mafê Êzdiyan di nava qanûnên Iraqê de misoger bibin.”

Di dawiya peyamê de bang li dewleta Iraqê kir ku rêzê nîşanî mafê Êzidiyan bide, derfetan biafirîne ku Êzidiyên ji Şengalê koçber bûne li warê xwe vegerin û hate gotin, “Lewma em bi hev re Êzidxanê ava bikin. Li destketiyên Asayîşa xwe xwedî derkevin û bibin piştevanê şervanên xwe yên azadiyê. Li ser vî esasî em careke din Çarşema Serê Nîsanê li we hemûyan pîroz dikin, hêvîdar in ku ev cejn bibe wesîle û sedema aştî wekhevî û biratiyê. Bijî Êzdîxan.”

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button