Çarşema Serê Nîsanê bi fermî kirin betlane

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Çarşema Serê Salê biryarnameyek derxist. Li gorî biryarnameyê li hemû navend û saziyên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweser roja çarşemê betlaneya fermî ye

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ji bo Cejna Çarşema Serê Salê biryarnameya bi hejmar 17’an derxist. Di biryarnameyê de wiha hate gotin:

”Roja çarşemê (14`ê Nîsana 2021`an) li hemû navend û saziyên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê betlaneya fermî ye. Ev yek ji bo saziyên ku pêwîstiya wan bi berdewamkirina kar heye, ne derbasdar e. Ev biryar ji bo her kesê ku pêwîst e pêk bîne, derbasdar e.”

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button