Wezîrê Karê Hindir yê Iraqê hat Şengalê

Wezîrê Karê Hindir yê Iraqê Osman Xanmî bi şandek leşkerî ve gihişt Şengalê

Li gorî daxuyaniya ofîsa Wezareta Karê Hindir ya Iraqê, Wezîrê Karê Hindir yê Iraqê Osman Xanmî bi şandek fermandarên artêşa Iraqê re gihiştiye Şengalê.

Tê gotin Osman Xanmî bi fermandarên leşkerî ên Iraqê yên derdora Şengalê re civiyaye. Heya niha ti daxuyaniyek ji Rêveberiya Xweser ya Şengalê derbarê mijarê de nehatiye dayîn. Nayê zanîn bê ka wê Osman Xanmî bi nûnerên xelkê Şengalê re bicive yan na.

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button