‘Berxwedana xelkê me pîlanên li ser Şengalê rawestand’

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Faris Herbo destnîşan kir ku berxwedana xelkê Şengalê û civaka Êzidî pîlanên li ser Şengalê rawestandiye û destnîşan kir ku vegera li Şengala ewle vê dema dawî zêde bûye

Ji 9’ê Cotmeha 2020’an dema ragihandina lihevkirina rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê û vir ve Şengal di qonaxeke awarte de ye. Ji hingî ve zext li Şengalê tê kirin ku saziyên xwe yên xwerêveberî û xweparastinê tune bike. Herî dawî heta 1’ê Nîsanê muhlet ji xelkê me re hatibû dayin ku saziyên xwe tasfiye bike û gefa destwerdana leşkerî li civaka me hatibû xwarin. Lê belê zêdeyî 6 meh in xelkê Şengalê li ser piyan e û nahêle pîlanên li ser wan bi cih bê anîn.

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Faris Herbo li ser rewşa heyî ya Şengalê ji Çira TV re axivî, daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê ya 25’ê Adarê bi bîr xist ku li gel hemû saziyên xwe yên parastin, rêveberî û xizmetguzariyê biryar li ser berxwedanê dabûn û got, “Ev daxuyanî bû wesîle ku her kes bikeve nava hewildanan û li ber xwe bidin. Bêguman Êzidiyên li derveyî welat jî di vê mijarê de bi rol û erka xwe rabûn.”

Faris Herbo destnîşan kir ku di encama vê berxwedana li Şengalê, li welat û derveyî welat de pîlanên heyî yên li ser Şengalê hatine rawestandin.

Faris Herbo wiha pêde çû, “Ji 9’ê Cotmeha 2020’î dema lihevkirina Hewlêr û Bexdayê û vir ve Şengal kete merheleyeke nû. Rêveberiya Iraqê bi xwe diyar kiribû ku di 1’ê Nîsanê de divê rengê hêzên parastina Êzidxanê, hêzên ku di tengaviyê de Êzidî parastin û xaka xwe rizgar kir, divê rengê wan nemîne. Lê belê bi encama hin danûstandinan, bi encama berxwedana xelkê me, di encama wê helwelsta gel ve rewş hate sekinandin.”

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Faris Herbo destnîşan kir ku rewşa heyî ya Şengalê, rewşa xelkê Şengalê vê gavê gelekî baş e û got, “Êdî rojane mal vedigerin. Di nava 5 rojên dawî de nêzî 55 mal vegeriyane Şengalê. Ev jî nîşaneya herî mezin e ku li Şengalê ewlekarî heye, aramî heye. Rojane avakirin li nava bajêr û gundan zêde dibe. Di vê dema dawî de ji rêveberiya Iraqê bi taybetî jî di asta herî bilind a artêşa Iraqê serdana Şengalê kir. Rayedarên Iraqê ji bo televîzyonên Erebî û cîhanê daxuyanî dan ku Şengal aram e, ewlehiya wê baş e. Weke artêş û hikumet amade ye parastina xelkê bike, ku rê veke xelk bê. Em jî weke rêveberiya xweser piştgiriya wan daxuyaniyan dikin ku Şengal aram e. Em jî weke rêveberiya xweser dibêjin, her kesên bixwazin vegerin mala xwe, li gorî derfetên xwe em ê ji bo wan xizmetê bikin û tiştên bê xwestin em ê bikin.”

Faris Herbo anî ziman ku demên dawî li Bexdayê bi gelek aliyan re hevdîtin çêkirine û got, “Bi taybetî hevdîtinên ku çêbûn, bi aliyên siyasî re çêbûn. Hevdîtin cihê rêzê bû, piraniya wan piştgiriya xwe ji daxwazên xelkê me re kirin.”

Di dawiya axaftina xwe de Faris Herbo got, “Şengal ewle ye. Em bang li her kesî dikin ku bê Şengalê ku bibîne îro li Şengalê çi diqewime. Çima ewqas zext li miletê me yê Êzidî tê kirin. Yên bê bibîne wê dîtina xwe li ser herêmê biguhere.”

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button