Serdana şandeya rewşenbîrên Başûr bi dawî bû

Serdana şandeya rewşenbîrên Başûr ya ji bo Şengalê dawî hat. Endamê şandeyê Aso Kosarî da zanîn ku ew ji bo piştgiriyê bidin xelkê me, serdana Şengalê kirin û got; “Divê hemû Kurd piştgiriyê bidin daxwazên xelkê Êzidî”

Duh şandeyek ji rewşenbîr, nivîskar û parazvanên mafên mirovan yên Başûrê Kurdistanê, ji Silêmaniyê berê xwe dabûn Şengalê. Şande duh bi rêveber û endamên Rêveberiya Xweser a Şengalê re civiyan û serdana Konê Berxwedanê ku ev 126 roje li pêşiya Asayîşa Êzidxanê çalakî lê berdewam dike.

Şande îro jî serdana PADÊ, Asayîşa Êzidxan, YBŞ û YJŞ’ê kir. Şande piştî ku li bajarokê Sinunê ya Şengalê serdana avahiya PADÊ kir, derbasî Xanexorê bû û bi fermandarên YBŞ, Asayîşa Êzidxan û YJŞ’ê re civiyan.

Li ser armanca serdana şandeyê, yek ji endamên şandeyê Aso Kosarî ji Rojnews re axivî û got; “Gelek komkujî heya niha bi ser xelkê Êzidî de hatiye û ti hêzek jî parastinê liwan nekiribû. Ji bo vê bi xwe biryara xweparastinê û xwerêvebirinê dane. Ji bo piştgiriyê bidin daxwazên xelkê Şengalê, me serdana Şengalê kir. Desthilata Başûr ne tenê bi Êzidiyan re, di heman demê de bi xwe re jî ti danûstandinek baş nekiriye. Lihevkirina Bexda û Hewlêr, siyasiye û ne bi tendiruste. Ev lihevkirin di berjewendiya hizbideye, ne di berjewendiya xelkê Êzidî deye.”

Aso herî dawî de jî bangkir û got; “Divê hemû Kurd, bi taybet jî rewşenbîr, çalakvan û kesên dadperwerde, piştgiriya xelkê Êzidî û daxwazên wan bikin.”

Show More
Back to top button