Li Ewropa çalakiyên piştgiriya Şingalê

Li gelek bajarên Ewropa ji doh ve çalakiyên piştgiriyê pêktên. Çalakî li dijî peymana 9’ê Cotmehê gefên hikumeta Iraqê hatin pêkanîn. Yêk bi yêk çalakî ger em bigrin dest

MONCHENGLADBACH

Li bajarê Elmanya Monchengladbach çalakiya piştgiriya berxwedana Şengalê ji aliyê cîwanan ve hate orxanîze kirin. Ciwanên çalakgerên TEKO-JIN û Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakî pêkanîn.

Çalakî li pêşiya îstasyona trênê ya navendî hate kirin û di çalakiyê de belavokeke bi Elmanî hate xwendin. Di belavokê de hate gotin , “Vê helwest û peymana qirêj a hikumeta Iraqê tê wateya ku li ser civaka Êzidî qirkirineke nû pêk were. Em li dijî vê hewldana qirkirinê ne. Berxwedana YBŞ û YJŞ’ê berxwedana me ye. Azadiya jin û gelên li Şengalê azadiya me ye’

Di çalakiyê de sloganên bi Elmanî yên ‘Bijî berxwedana Şengalê’ û ‘Panzêrên Elmanyayê ji Kurdistanê derkeve’ hate berzkirin. Çalakî bi qasî saetekê domiya û bi sloganan bi dawî bû.

BİELEFELD

Di mîtînga ku li bajarê Bielefeld yê Elmanyayê dooh danê êvarê di demjimêr 18:00 de pêk hat de lihevkirina rêveberiyên Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê hate şermezarkirin.

Di çalakiyê axaftin hatin kirin. Di çalakiyê de hate xwestin ku tavilê peymana ku tasfiyeyê li ser hêzên xweparastinê yên Şengalê ferz dike bê betalkirin û gefên li dijî Şengalê jî êdî bi dawî bibin. Qisekeran bal kişandin ser bûyerên li Şengalê qewimîn û bang li Neteweyên Yekbûyî jî kirin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe.

Di axaftinan de hate gotin, yên ku êrişî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê dikin, navê xwe çi dibe bila bibe paşnavê xwe DAÎŞ e. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî Rêveberiya Şengalê ya Demokratîk û Xweser”, “Bijî YBŞ”, “Bijî YJŞ” hatin qîrîn.

HAMBURG

Li bajarê Hamburg ya Elmanya jî polîtîkayên gef û dagirkiriya li ser Şengalê yên bi destê hikumeta navendî ya Iraq û PDK’ê bi mîtîngek hate protestokirin û banga xwedîderketina li Şengalê hat kirin.

Mîtînga ku ji aliyê DKTM ya Hambûrg û Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hatî organîzekirin li taxa Sternschanze hate li dar xistin. Nûnerê Êzidî Azîz Atalan li wir axaftinek kir û got, “Hikumeta Iraqê û PDK ku Êzidî wek nêçîrekê avêtin ber çeteyên hov ên DAÎŞ’ê, îro çav berdane xaka wan. Yên ku dema duh namûsa Êzidiyan dihat binpê kirin, jinên wan li bazarên koleyan ê Reqa û Mûsilê dihatin firotin û serê mêrên wan dihat jêkirin bêdeng manî û me bi çerenûsa xwe re bi tenê hiştin û rewîn, mafê wan tuneye ku li ser navê me biaxivin.”Atalan xwest ku Êzidiyên li Ewropayê dijîn di vê mijarê de hişyar tevbigerin.

Nivîskar û parêzvanê mafê mirovan Anja Flach jî wiha axivî: “Em ku niha di vê hewaya xweşik de kêfxweşiya jiyan û buharê dijîn, Êzidî ku yek ji gelê herî kevnar ê cîhanê ye hê jî di bin metirsiya gefan û qetlîamê de jiyana xwe didomînin. Tu yê bêjî qey êşên danî kişandin ne bes e, hikumeta Iraqê dixwaze êşên nû bi wan bide kişandin û wana li ser xaka lê dijîn bê vîn bihêlin. Em ji vê re bêdeng nemînîn û bibin şirîkê êşên wan.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê” û “Gelê Êzidî ne bi tenê ye” bi dawî bû.

SAARBRUCKEN

Çalakiya ku li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê jî dûh pêkhat. Çalakiya ku TAJÊ lidar xistî 4 roj li pey xwe hişt. Di çalakiya ku li ber Eûropagaleriyê tê lidarxistin de, bi Elmanî û Kurdî axaftin hatin kirin. Axaftvanan peyama ku hetanî êrîşên li ser Şengalê bi dawî dibin wê li qadan bin dan.

WUPPERTAL

Li bajarê Wûppertal a Elmanyayê, gef û êrîşên Hikumeta Navendî ya Iraqê û PDK’ê yên li ser Şengalê bi çalakiyekê hate protestokirin. Di çalakiya ku li Wûppertalê hatî lidarxistin de gotin, “Em rê nadin êrîşan.”

Bi banga Meclisa Jinan a Viyan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Wûppertal a Elmanyayê, gef û êrîşên Hikumeta Navendî ya Iraqê û PDK’ê yên li ser Şengalê hatin protestokirin.

Kurd û dostên wan tevlî çalakiya ku li ser HBF’ê hatî lidarxistin bûn. Di çalakiyê de bal kişandîn ku Şengal bi êrîşek nû re rû bi rû ye û gotin, “Em rê nadin van êrîşan.”

KOPENHAG

Li Kopenhaga paytexta Danîmarkayê, bi banga Meclîsa Jinan a Sêvê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakî li ber Sefaretxaneya Iraqê pêkhat.

Di çalakiyê de ku li ber Sefaretxaneya Iraqê dûh jî berdewam kir de peymana ku meha Cotmehê di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser Şengalê hatî kirin û pêşketinên dawî hatin protestokirin.

Çalakiyêde hate xwestîn ku alî tavilê xwe ji peymana ku armanc dikin ku parastina xweser a Şengalê tasfiye bikin vekêşin û diyar kirin ku divê demildest gefên li ser Şengalê jî bi dawî bibin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.

PARİS

Di çalakiyê de ku li ber Kemera li semta St. Denîs a Strasboûrga Parîsê hatî lidarxistin, wêneyên Rêberê Gelên Azadîxwaz Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa “Em ê tecrîdê bişkênin, faşîzmê birûxînin, Kurdistanê azad bikin” vekirin. Di çalakiyê de bangawaziyên piştgiriya berxwedana Şingalê jî hate kirin.

Azad Dogan ê ku di çalakiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê lidar xistî de axivî, got ku hetanî Rêber Ocalan azad dibe ew ê li qadan bin. Dogan bal kişand li ser bûyerên li Şengalê diqewimin, li dijî peymana nava hikumeta Iraqê û dewleta Tirk de li ser Şengalê hatî kirin, bang li NY’ê kir xwedî li berpirsyartiyên xwe derbikeve.

CENEVRE

Li paytextê Swîsre Cenevre jî li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ji bo Şengalê çalakî pêkhat. Çalakgeran li hemberî peymana li ser Şengalê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bila berpirsyariya xwe pêk bîne.

Çalakî dûh saet di 10.00’an de wek konê berxwedanê hate orxanîze kirin. Posterên Rêber Ocalan, alayên PKK, YBŞ û ya Şengalê li kon hate daliqandin.

Hevserokê Navenda Civakî ya Kurdan a Cenevreyê Salîh Saglam diyar kir ku peymana li ser Şengalê, êrîşên li ser her çar parçeyên Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne dûrî hev in û got “Li hemberî têkoşîna gelê Kurd wê tu hêz nikaribe bi ser bikeve. Em bang li NY dikin bila pêşeroja Şengalê ji gelê Şengalê re were hiştin.”

Piştî axaftinên hatin kirin dosyeya derbarê pêşeroja Şengalê teslîmî ‘Maseya Rêveberiya Herêma Kurdistanê’ ya Neteweyên Yekbûyî hate kirin.

ÇAVKANÎ: ANF Û ROJNEWS

Show More
Back to top button