Mala Êzidiyan gefên li ser Şengalê şermezar kirin
Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Gefxwarina êrişan ên li dijî Şengalê û rêveberiya wê bi hinceta ku hêzên biyanî li ser erda wê hene, îdîa ne û ji aliyê kesên ku dixwazin biryara şêniyên Şengalê desteser bikin ve, hatiye amadekirin"
Di daxuyaniya Mala Êzidiyan de vana jî hate ser ziman: “Sûcên ku îro li dijî civaka Êzidî têne kirin, berdewama azarên dem dirêj ji qetilkirin û fermanan e. Ya li ser van zêde dibe, gefên dewleta Tirk e ku li dijî herêmên Şengalê şer bide destpêkirin, ev yek jî isbat dike ku komployên qirêj li dijî gelê me ji aliyê Erdogan ve têne plankirin.”
Di daxwuyaniyê de ev yêk jî hate gotin: “Kengî Şengalê xwe bi rê ve dibir? Kengê bûbû xwedî hêz û parastina gel, kelepûr û çiyayên xwe kir? Ma gelo hêzên parastina Şengalê bi hezaran şêniyên xwe digire nava xwe, ne Asayîşa Êzîdxanê jêdera ewlehî û aramiya gelê xwe ye? Ma gelo ne Rêveberiya wê ya Xweser ji pêkhateyên herêmê pêk tê? Wê demê çima ev gef li dijî rêveberiyê têne xwarin? Ma gelo ev nayê wateya ku dixwazin destkeftiyên vî gelî têk bibin?”
Mala Êzidiyan a Herêma Cizirê wiha pêde çu: “Em Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê van gefan şermezar dikin û piştgiriyê didin biryara gelên xwe, di heman demê de bang li civaka navneteweyî dikin ku rê li pêşiya van êrişên li dijî gelên wan ên li welatên xwe bigirin. Ji ber ku êrişî tu kesî nekirine û destwerdana kar û barên tu kesî nekirine.”
Daxwuyaniya Mala Êzdiyan bi van gotinan bi dawî bû: “Silav ji giyanê şehîd Xidir Hebabî re û di kesayeta wî de em tevahiya şehîdên azadî û rûmetê yên ku di rêya parastina Şengalê de canê xwe dane, bi bîr tînin. Na ji dagirkeran û niyetên wan ên qirêj re.”
ÇAVKANÎ: ANHA