Ji 48 saziyan banga piştgirî û xwedîketinê

Ji saziyên sporê, heta çand û hunerê, rêxistinên civaka Êzidî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser gef û metirsiya li ser Şengalê û ji bo xwedîderketina li Êzidxanê bang li gelê Kurd, dostên wan û raya giştî ya demokratîk a navneteweyî kirin

Di daxwuyaniya saziyan de wiha hate gotin: “Em bang li gelê xwe yê Êzdî, tevahiya gelê Kurd û dostan dikin, ku her deverê bikin qada berxwedan û nerazîbûnê nîşanî konsepta nû ya şer û dagirkeriyê bidin ku Bexda, Enqere û Hewler li dijî gelê me û hêza wê ya parastin û ewlekariyê pêş dixin.”

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Di 9’ê Cotmeha 2020’î de, li dijî civaka Êzdî û warê wê ya pîroz Şingalê, di encama zextên Erdogan de, hikûmetên Hewlêr û Bexdayê peymanek derbarê Şingalê de îmzekirin. Peymana navbera Hewlêr-Bexdayê bi armanca jiholêrakirina destkeftiyên civaka Êzîdî hatî îmzekirin, metirsiyek mezin di nav tevahiya civaka Êzdî, bi taybetî jî xelkê Şingalê de peyda kiriye.

Tevî nerazîbûna tevahiya civaka Êzdî û bangên wê yên diyalog û çareserkirina pirsgirêkan jî, aliyên ku ev peyman îmze kirin e, ji ya xwe nayên xwar û di bicihkirina wê de bi israr tevdigerin. Herî dawî rayedarên Iraqê ev helwesta xwe anîn asta tehdît û êrîşê. Vê helwesta Bexdayê nerazîbûnek mezin di nav tevahiya civaka me û gelê Kurd de çêkir.

Li dijî vê yekê di serî de li Şingalê, li her dera ku civaka me lê ye, berxwedan tê meşandin. Hikûmeta Iraqê ya ku nikaribû gelê xwe biparêze û bû sedema derketina DAÎŞ’ê û bihêzbûna wê, di 3’ê Tebaxa 2014’an de civaka Êzdî û Şingal ne parastin û di nav destên DAÎŞ’ê de hiştin. Herwiha nêzî 13 hezar hêzên hikûmeta Hewlêrê jî li Şingalê bicih bûbûn, lê di dema vê êrîşê de, civaka me ne parastin û rê li pêşiya qirkirinê vekirin.

Bexda û Hewlêr dixwazin dîrokê dubare bikin, Êzdiyan bêhêz, bêbandor, destvala û bêrêxistin li hemberî dijmin û metirsiyan de bihêlin. Êrîşa artêşa Iraqê ya li ser Şingalê, hewldana dagirkerî û bêbandorkirina hêza Asayîşa Êzdîxanê, wê rê li ber peydabûna DAÎŞ’ê û komên terorê yên nû veke. Di dema êrîşekê de, wê Êzdî nikaribin xwe biparêzin. Ev yek jî wê kuştin û derbiderkirinê bi xwe re bîne.

Hewldanên ku van rojan artêşa Iraqê li dijî Êzdiyan û Şingalê dike, karekî ne ji rêze ye. Karekî nakeve xizmeta Iraqê û gelê wê. Ev yek tenê dikeve xizmeta neyarên Iraqê, di serî de dewleta Tirk ya ku Iraq dagir kiriye û ava Dicle û Firatê biriye û bi milyonan mirov tî hiştî ye. Bexda û Hewlêr bi vê êrîşê tenê ji bo konsepta şer û dagirkeriyê ya dewleta Tirk dixebitin. Ev ne karekî welatparêzî ye. Ev li Iraq û gelê wê, li hemû cangoriyên ku ruhê xwe li dijî DAÎŞ’ê dane, îxanet e.

Em rêxistin û saziyên Êzdî, vê êrişa hikûmeta Bexdayê û peymana ku ne di berjewendiyên civaka Êzdî û Şingalê de ye şermezar dikin û wê wek beşekî ji hemleya şer a ku dewleta Tirk û hevkarên wê yên mîna DAÎŞ’ê û komên din yên terorê, li dijî Êzdiyan, Şingalê û tevahiya Kurdistanê dibînin. Em bang li gelê xwe yê Êzdî, tevahiya gelê Kurd û dostan dikin, ku her deverê bikin qada berxwedan û nerazîbûnê nîşanî konsepta nû ya şer û dagirkeriyê bidin ku Bexda, Enqere û Hewler li dijî gelê me û hêza wê ya parastin û ewlekariyê pêş dixin.

Divê em vê siyaseta dijminane li her derê şermezar bikin û rastiya wê ya li dijî mirovayetiyê eşkere bikin. Divê gelê me di her warî de bersiva vê hemleya dagirkeriyê bide. Hemû sazî, rêxistin,  siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, rûspî, rojnameger û kesayetên vê civakê yek bi yek, li ser piyan bin, li dijî hemû cûre êrîşan amade bin û rê nedin wan hêzên kolonyal ku dîsa rê li ber komkujiyek nû vekin. Her wiha ew hêzên ku di 03’ê Tebaxa 2014’an de, civaka me li hemberî DAÎŞ’ê tenê hiştin, ji meydana şer reviyan û bûn sedema qirkirinê, divê werin cezakirin. Nayê qebûlkirin ku carek din, ew mîna desthilatdar, li ser gelê me û Şingalê hikim û rêveberiyê bikin. Divê ew hesab bidin civaka Êzdî û îradeya wê ya azad qebûl bikin.

Em bang li Netewên Yekbuyî û raya giştî ya navneteweyî jî dikin, ku dijî van êrîş, bêrêzî û gefên faşîst ên Enqere, Hewlêr û Bexdayê li ser gelê Şingalê û Asayişa Êzdîxanê bêdeng nemînin, mudaxele bikin, rê li ber bigirin û statuya civaka Êzdî misoger bikin. Bijî Şingala xweser, azad û demokratîk!”

Sazî û Rêxistinên Êzîdî yên li Ewropayê:

  • Sîwana Meclisa Jinên Êzdî, SMJÊ
  • NAV-YEK/ Navenda Yekîtiya Komelên Êzdiyan
  • Meclisa Şingalê ya Derveyî Welat, MŞD
  • Hevgirtina Ciwanên Êzdî, HCÊ
  • Navenda Çanda Êzdîxan, NÇÊ
  • Encûmena Bilind ya Êzdiyên Sûriyê
  • Sîwana Meclisên Gundên Êzdiyan, SMGÊ
  • Hevbendîya Êzdiyên Sûriyê, HÊS
  • Komela Kaniya Sipî • Çanda Civaka Êzdiyan, Mannheim
  • Mala Êzdiyan, Bielefeld
  • Hevbendiya Êzdiyan, Senden
  • Hêvî/Saziya Jinên hewcedar
  • Meçlîsa Jinên Êzîdî Binevş Adêsa, Berlin
  • Meçlîsa Jinên Êzîdî Zeyneb, Achim-Verdin
  • Komîna Şehîd Xanê, Bielefeld
  • Komîna Şehîd Avêsta Xabûr, Saabrückn
  • Komîta Jinên Êzîdî, Lêr
  • Komîta Jinên Êzîdî, Wesel
  • Komîta Jinên Êzîdî, Emmerich
  • Komîta Jinên Êzîdî, Heidekreis, Celle û Hannover)
  • Mala Êzdiyan, Sulingen
  • Mala Êzdiyan, Liege (Belçîka)
  • Mala Êzdiyan, Siegen
  • Mala Êzdiyan, Löhne
  • Mala Êzdiyan, Bad Fallingbostel
  • Mala Êzdiyan, Achim-Verden
  • Mala Êzdiyan, Celle
  • Mala Êzdiyan, Wesel
  • Mala Êzdiyan, Berlin
  • Mala Êzdiyan, Wilhelshaven û Friesland
  • Mala Êzdiyan, Rheinland-Pfalz e.V.
  • Navenda Çandê ya Êzdiyan, Bremen
  • Navenda Êzdiyan, Hameln
  • Navenda Êzdîxan e.V.
  • Navenda Êzdiyan Münsterland e.V
  • Şaxê Nav-Yêk, Emmerich
  • Şaxê Nav-Yek, Bielefeld
  • Şaxê Hevbendiya Êzdiyên Sûriyê, Berlin
  • Şaxê Hevbendiya Êzdiyên Sûriyê, Bonn
  • Meclîsa Jinên Êzdiyên Sûriyê
  • SV Ciwan, Walsrode
  • SV Dicle, Celle
  • SV Yêk Spor, Bielefeld
  • Şerê Zapê SV
  • Newroz Spor, Bad Salzufen
  • Kîwex Spor, Münster
  • Bagok Spor, Gütersloh
  • FC Berxwedan Spor, Wesel

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button