Li Şengalê Newroz hate pîroz kirin

Tevî zextên gef û zextên hikûmeta Iraqê, li tevahiya gund û navçeyên Şengalê agirê Newrozê hate pêxistin û hate pîrozkirin

https://www.youtube.com/watch?v=vGYZP4MYCQ4

Ji dûh êvar ve li Şengalê xelkê me ketîbû nav liv û tevgerê û newroza îsal pîroz kir.

Dûh êvarê li navend û gundewarên Şengalê û li kolanên cûr be cûr agirê newrozê hate dadan. Şahî û pêşwazî kirina newrozê bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) pêkhat.

Li Guhbel, Borik, Duhola, Serdeşt, Xanesorê, Sinûnê, Digurê û navenda Şengalê bi pêxistina agir Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Li her deverê ku agir hate pêxistin welatiyên me li derdorê agirê newrozê govend gerandin û cîwanan xwe li ser agir de avêtin.

Saleh Reşoyê ku li Komelgeha Digurê tevlî pîrozbahiyê bûyî ji Rojnews re axivî û di serî de cejna Newrozê li Rêberê Gelên Azadîxwaz Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Bi hezaran salane, em wek civaka Êzidî Cejna Newrozê pîroz dikin û weke erkekê dibînin.”

Her wiha Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zehrê Xelef jî di serî de Newroz li tevahiya gelên azadîxwaz pîroz kir û wiha axivî : “ Tevî gefên mezin ku li ser me tên kirin, lê emê agirê Newrozê geş bikin. Bi rihê Mezlûm û Berxwedanan, emê têkoşîna xwe xurt bikin û emê berxwedaniya xwe bi ser bikevin.”

Jina bi navê Filûs Şengalî jî cejna Newrozê li şervan, gerîla û Rêber Apo pîroz kir û kêfxweşiya xwe ya ji bo Newrozê anî ziman.

Pîrozbahiyên Newrozê li her deverê Şengalê bi gerandina govendan heta seatên dereng ên şevê berdewam kir.

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button