Ji bo Azadiya Ocalan Şengalî daketin qadan

Li bajaroka Sinûnê ya Şengalê jî îro çalakiyek girseyî hebû. Welatiyên me jî ji ber îdiayên girêdayî rewşa Rêberê Gelên Bindest Abdullah Ocalan daketin qadan û daxwaza hevdîtinê kirin

https://www.youtube.com/watch?v=cX6vf7JlGfA&feature=emb_logo

Di meşê de şêniyên me daxwaziya azadiya Ocalan kirin.

Çalakî ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) ve hate orxanîze kirin.

Meşê li ber avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê destpê kir û heya ser rêya sereke ya bajaroka Sinûnê dewam kir. Di meşê de tevî nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê bi sedan xelkê bajarok jî beşdarbûn. Di meşê de posterên Rêber Ocalan hatin hildan û dirûşmên, ‘Bê serok jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” û “Bimre dagirkerî” hatin qêrîn.

Piştî ku meş giha ser rêya sereke ya bajaroka Sinûnê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî li ser navê TAJÊ û YJCÊ ji aliyê berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî ve hate xwendin.

Berfirehiya daxwuyaniyê wiha ye: “Em Tecrîda giran a li ser Rêber Apo şermezar dikin. Em wek gelê Êzidî Rêber APO weke xelasiya xwe dibînin, bi taybetî em jinên Êzidî ji bo Rêber Apo amade ne ku her fedakariyê bikin ji ber ku wî em ji zordestiyê rizgar kirine. Ji salvegera komploya navneteweyî ya ku di şexsê Rêber Apo de tê meşandin heya niha ev penç meh  derbas bû ku komplo vê carê bi rûyekî cuda ket meriyete. Bi taybetî dewleta Tirk a faşîst bi siyaseta xwe ya qirej re di serî de li ser Şengalê û li her cihê ku gel berxwedanî dide meşandin jin, ciwan û gel dixe hedefa xwe û polîtîkayen tunekirinê dide meşandin. Bi taybetî di şexse Rêber Apo de dixwazin hebûna xwe li ser tunebûyîna me bidin ferzkirin û îro em dibînin ku her qad, her cih her welat bûye cihê şer. Bi taybetî piştî fermana 3 yê Tebaxa 2014’an ev rewş li Şengalê eşkere bû û dinya alamê dît ku fikrên Rêbertî kesayetên azad dide afirandin. Îro Şengal bi rengê jinan, têkoşîna wan û pêşengiya ciwanan tê naskirin. Ev jî bi xera Rêber Apo ye ku, pejirandina fikrên Rêbertî tê wateya civaka azad û wekhev.

Beramberî fikrên azad ên Rêber Apo yên ku di pergala dewletan de hilweşandin dide avakirin tirs û metirsiyekê pir mezin jî tê jiyîn. Bo vê hemû hewldanên dewleta Tirk a faşîst û dewletên navneteweyî me bê Rêbertî hiştin û xwe ferz kirine. Ji ber vê yekê agahî der heqê Rêbertî de nayê girtin û ne malbat, ne jî parazer nikarin bi Rêbertî re hevdîtîn bikin. Em vê baş dizanin ku azadiya jinan, azadiya ciwanan e û bi taybetî azadî û xweseriya civaka me ya Êzidî bi azadiya fizikî ya Rêber Apo ve giredayî ye. Bi taybetî di vê demê de bi îdiayen cur be cur li ser Rêbertiya me hinek îdia tên pêşxistin û vê ji bîr dikin ku Rêberê me xeta me ya sor e û lazim e bi lezgînî bi Rêbertî re hevdîtîn werin kirin. Wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekitiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) em bang ji Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê were hilweşandin û Rêber Apo azad bibe.

Em bang li hemû jin û ciwanên Êzidî dikin ku yên em ji fermanan xilas kirin, yên ku ji tunebûyînê hebûn û îrade da avakirin Rêber Apo bû û em dibêjin dem dema xwedîderketin û azadiya Rêber Apo ye. Dem dema hilweşandina dîwarên îmraliyê û di pêşengiya jin û ciwanan de misogeriya xweseriya Şengalê ye.”

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Meyan Nasir jî der barê mijiarê de nirxandin kir û wiha got: “Em destxweşiya tevahî kesên ku îro ji bo Rêber APO rabûne ser piyan dikin. Ji bo Rêberekî wiha çi bê kirin kêm e divê em ji tevahî cîhanê re bidin diyarkirin ku em jiyana bê rêberê xwe qebûl nakin.”

Di dawiya  daxuyaniyê de  ji bo azadiya Rêberê Gelên Bindest Abdullah Ocalan banga mezinkirina Tekoşînê hate kirin û bi dirûşmeyan çalakî hate bidawî kirin.

Show More
Back to top button