‘Civaka Êzîdî wê xwedî li Rêberê xwe derkeve’

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) li Şengalê têkildarî îddîayên derbarê jiyan û tendûristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniya çapemeniyê da. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Delîla Axîn ve hate xwendin

Di daxuyaniyê de jinên Êzîdî gelek posterên Rêber Ocalan hildan.

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku ew azadiya xwe di azadiya Rêberê Gelên azadîxwaz Abdullah Ocalan de dibinin. Di daxwuyaniyê de wiha hate gotin; “Wê civaka Êzîdî xwedî li Rêber Apo derkeve. Ji ber niha em ji saya Rêber Apo piştî fermanê rabûn ser piyan û niha têkoşîna xweseriyê didin. Heya Rêber Apo fizîkî neyê azad kirin û agahî jê neyê girtin, divê em nesekinin.”

Di daxuyaniya çapemeniyê ya TAJÊ de hate gotin, dewleta Tirk kengê tengav dibe û têk diçe, zextên xwe yên li ser Rêber Apo zêde dike û ev tişt hate gotin; “Ev 22 salin Rêber Apo di zîndana Îmraliyê de tê tecrîd kirin, ev tecrîd her roja paştir zêdetir tê girankirin. Ev demeke qet agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Dewleta Tirk a faşîst her tengav dibe û têk diçe, tecrîdê girantir dike.”

TAJÊ da zanîn ku bi tecrîdkirina Rêber Apo dixwazin gelê me fêrî jiyaneke bê Rêber Ocalan bikin û wiha pêde çû; “Em weke Civaka Êzîdî û bi taybet jî weke jinên Êzîdî Rêber Apo weke hebûna xwe dibînin.Niha civaka Êzîdî bi fikrên Rêber Apo bi pêşengiya jinên Êzîdî xwe rêxistin dike û dibe xwedî îrade.”

TAJÊ dazanîn ku ew weke jinên Êzîdî û civaka Êzîdî tecrîda li ser Rêber Ocalan qebûl nakin û wiha dirêjî bi daxuyaniyê hate dayîn; “Civaka Ezîdî bi tu awayî tecrîda li ser Rêber APO qebûl nake û wê xwedî li Rêberê xwe derkeve.”

Delîla Axîn a daxuyaniya TAJÊ xwend di dewamê de diyar kir agahî negirtine ji rewşa Rêberê Gelên Bindest Abdullah Ocalan wan xistiye nava fikareke mezin û wiha pêde çû; “Ev rewşa heyî me dixe nava fikaran de. Ji ber vê divê herkes ji bo Rêber Apo rabe ser piyan.  Azadiya Rêber Ocalan azadiya gerdûn, cîhan û hemû civakê ye. Bi taybet em weke civaka Ēzîdî weke azadiya xwe dibînin. Piştî fermanê fikrê Rêber Apo me rakir ser piyan, ji saya fikrên Rêber Apo de em îro ji bo xweseriyê têdikoşîn, xwe ji êrîşan diparêzin.”

Tevgera Jinên Êzîdî diyar kir divê hevdîtin di demeke herî zûde bi Rêber Ocalan re were çêkirin û ev bangawazî kir; “Em daxwaz dikin di zûtirîn dem de agahî ji Rêber Apo û hevalên li gel wî were girtin. Li ser banga KCDK-E em jî weke Tevgera Azadiya Jinên Ezîdî têkoşîn û berxwedana bilind bikin heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were. Em bang li raya giştî jî dikin ku ji bo Rêber Ocalan bikevin tevgerê.”

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button