MXDŞ’ê qurbaniyên komkujiya Helebceyê bi bîr anî

Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê bi boneye 33’emîn salvegera komkujiya Helebceyê, daxuyaniyek nivîskî weşand. MXDŞ’ê di daxuyaniya xwe de diyarkir ku dijminên gelê Kurd kengê derfetê bibînin, wê Helebceyek din dûbare bikin

Berfirehiya daxuyaniya MXDŞ’ê bi vî awayî ye:

“Îro 33. salvegera kîmyabarana bajarê Helebceye ku têde 5 hezar kes bûn qurbanî. Bi boneya 33. salvegera kîmyabarana Helebce em wek Meclisa Xweseriya Demikartîk a Şengalê sersaxî ji tevahiya civka Kurdistan û malbatên qurbaniyan re dixwazin.

Di roja meya îro de jî bi heman awayî dijminê dagîrker li ser vê projeyê ku beriya 33’ê salan li Helebce pêk anîn, xebatên xwe dewam dike. dijminên gelê Kurd kengê derfet ji xwere bibîne, ewê komkujiya Helebce dûbare bikin. Li himberî vê yekê pêwîste gelê Kurdistanê xwe bi rêxistin bike û karibe xwe bi xwe rê li ber tevahiya hewldanên dijmin bigre.

Kiryarên Helebce heya roja îro li Efrîn, Serêkanî û beriya 6 salan li Şengalê jî dûbare bûn. Çawa gelê Helebce di komkujiyê re derbas bû, niha jî gelê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyayê taybet li wan cihên ku ji aliyê dewleta Trik ve hatine dagirkirin, rastî wan kiryaran tê, lê dibin navek cûda de. Êşa ku gelê me ê Helebce kişandî em jî wê êşê dikêşînin, kiryarên li himberî gelê Helebce hatîn kirin di sala 2014’an de li himberî civaka meya Êzidî jî hate kirin.”

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button