Li Rûsyayê li dijî gefên ser Şengalê çalakî

Nûnerên Saziyên Kurdan ên li Rûsyayê, li Mala Kurdan a paytext Moskowayê li hev civiyan û fikarên xwe yên ji ber gefên li ser Şengalê bi daxwuyaniyek anîn ziman

Li çar aliyê cîhanê li dijî gefên li ser Şengalê û peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Hewler û Bexdayê de hatiye îmze kirin tê protesto kirin. Li Rusyayê jî çalakî hebû.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Hikumeta Navendî ya Iraqê û PDK bûne yek, konsepteke nû ya têkbirinê li dijî Êzidiyan xistine meriyetê.

Serokê Yekîtiya Saziyên Civaka Kurd a Navneteweyî Arîf Azmanî bi navê saziyan axivî û destnîşan kir ku hewildanên êriş û destwerdana li Şengalê re armanc dikin ku rewşa herêmê vegerînin beriya sala 2014’an.

Arîf Azmanî got, “Careke din dixwazin civaka Êzidî bêrêxistin, bêrêveberî û bêparastin bihêlin ku careke din karibin ferman li ser Êzidiyan rabe.”

Arîf Azmanî bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li pêşberî êrişan şermezar kir û bang li raya giştî ya cîhanê jî kir ku dawî li vê bêdengiya xwe bîne, nehêle ku careke din komkujî li ser xelmê me, li ser Şengalê bê kirin.

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button