Jinên Şengalê 8 Adarê bi coş pêşwazî kir

Bi boneya 8’ê Adarê di sietên nîvro de bi sedan jinan bi cilên renga reng berê xwe dan cihê şahiyê

https://www.youtube.com/watch?v=QgKJ2gCVwO0&feature=emb_logo

Wek li çar aliyê cîhanê li Şengalê jî 8’ê Adarê dûh hate pîroz kirin. Beriya şahî destpê bike hemû jinên Şengalê ku tevlî bûn bi cilên rengîn û cil û bergên gelêrî meşek lidarxistin. Li pêşiya meşvananan koma erbane lê dida û li pey wan bi sedan jin di bin diruşmeyên “jin jiyan azadî”, “bê serok jiyan nabe” û “bijî berxwedana şengalê” û bi tilîyan meşiyan. Di nav jinan de hêjmarek zêde yên şervanên Yêkîneyên Berxwedana Jinên Şengalê jî cihê xwe girt.

Meş ji cihê asayişê heya cihê şahiyê berdewam kir. Şahiya 8’ê Adarê bi peyamên ji saziyên Şengalê berdewam kir û peyamên axaftvanan de bal hate kişandin ku jin bi tekoşînê re bihêz dibe, civakê bihêz dike, jiyanê dewlemendtir dike.

Li cihê şahiyê jî stran hatin guhdar kirin, govend, şano hate pêşkêş kirin. Jinan bi hevre govend gerandin û û bi coşek mezin heya êvarê rojek xweş derbas kirin.

Show More
Back to top button