Berxwedana gelê Şengalê li dijî dorpêç û zextên artêşa Iraqê didome

Xelkê Şengalê heya van saetan jî li ber avahiya Emin-El Wetenî bi dirûşmeyan nerazîbûn nîşana êrişê didin û ji Iraqê jî dixwazin hêzên şandine Şengalê, vekişîne.

Piştî nîvro xelkê Şengalê yê ji aliyê Şemalê derbasê navenda bajarê Şengalê bû, li dijî êrişan berbi navenda Emin El-Wetenî ve meşiyan. Di saetên êvarê de li ber avahiyê agir dadan û bi dirûşman çalakiya xwe ya rûniştinê dewam kirin.

Li gorî agahiyên ku peyamnêrê me ji Şengalê daye, gel heya van saetan jî di çalakiyê de bû û piraniya wan ji jin û ciwanan pêktê.

Tê gotin, wê çalakiyên gel sibe jî bi şêwazên cûda dewam bike.

Gel bang li Iraqê dike, dawî li êrişên xwe bîne, hêzên xwe yên ji şevê din ve rewaneyê navenda bajêr kirine bikişîne, rêz li YBŞ-YJŞ’ê bigire. Jin jî diyar dikin, ji bo şerek rû nede û careke din xwîn neyê rijandin ger bê xwestin ewê şev û roj li qadê bin.

 

Show More
Back to top button