Çanda Satî ku Rêber Apo di peyama xwe ya 8’ê Adarê de behs dike, çi ye?
Rêberê Apo di 8’ê Adarê de peyamek di çarçoveya banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji jinan re şand û tê de balê dikêşîne ser têkoşîna jinan ya ji bo azadiyê. Di peyamê de Rêber Apo balê dikêşîne ser çanda Satî. Têkildarî çanda Satî emê bi şopînerên xwe re hinek agahiyan parve bikin.

Satî çi ye?
Satî navê xwedawenda Hindî ye û ji efsaneyên Hindiyan tê. Ew ji kokê peyva “Sat” hatiye wergirtin û tê wateya “jina baş, dilpak û bawerdar”. Satî wek jineke dilsoz û paqij ku xwe ji bo hevjînê xwe dike qurban, cihekî taybet di wêje û baweriya Hindî de heye. Her wisa wek sembola zewaceke bextewar û bêdawî tê hesibandin.
Ev têgeh bi derbasbûna demê pêş ket û bû rêwresmek ku li gorî wê jinên Hindî divê dilsoz bin ji hevjînên xwe re û dema ku hevjînên wan dimirin, divê xwe di agirê şînê de bişewitînin. Jinên Hindî bi laşên bêcan re bi hevjînên xwe re tên şewitandin an jî bi wan re tên veşartin. Bi vî awayî hewl hatiye dayîn ku meşrûîyet ji vê pergala koletiya jinan re bê dayîn.
Peyama Rêber Apo çi bû? Çawa behsa jinê û çanda Satî kir?
Di peyama 8’ê Adarê de Rêber Apo dibêje: “Pîrozî ya jinê ye. Jin bi xwe gerdûne. Mêr jî stêrkeke ji rê derketî ya derdora vê gerdûnê ye. Jin ziman afirand û ji bo cara yekem bi zarok re axivî. Dahênera çandê jine. Dahênerê civakê jî jine. Pîrozî û xwedawendî jî ya jinê ye. Min ji bo jinan teoriya rizgariyê pêşxist ku ji çar qadan pêk tê.”
Herwiha Rêber Apo dibêje, “Çand û keneşopiya Satî heye. Di çanda Satiyan de jin dixin nav agir û dişewitînin. Dema ku ez behsa çanda Satî dikim, ez bala xwe didim ser wê rastiyê. Divê hûn bi vê çand û têgihiştinê re şer bikin. Di vî warî de kêmasî û nakokiyên we hene, xwe ji van kêmasî û nakokiyan rizgar bikin.”
Ji ber vê yekê ev feraset rêyeke hevpar ya têkoşînê ya li dijî kuna reş ya helwestên baviksalarî ku jinan dadiqurtîne, nîşan dide. Berevajî nêzîkatiya gerdûnî ya serdest ku jinan mexdûr dike û bi awayekî sîstematîk paşguh dike. Serdema tevlîbûna tevgera azadiya jinê ji aliyê jineolojiyê ve êdî destpê kiriye.
Di vê nuqteyê de em dikarin bibêjin ku şoreşa jinê ji avabûna civaka demokratîk û derketina felsefeya “Jin Jiyan Azadî” vedigere. Vê şoreşê sînorên ku ji bo bisînorkirina laş, giyan û mejiyê jinan hatine xêzkirin, ta radeya ku jin van sînoran derbas dike, xwedî nermbûn, afirînerî û hêza ku dikare wan ber bi xwenasînê ve bibe, vala derxist. Ev jî ancax bi xwenasînê dibe.