Bernameya Newrozê ya Şengalê eşkere bû
Rêveberiya Xweser a Şengalê îsal bi bernameyeke berfireh û bi dirûşmeya ‘Newroza Azadiyê ya Netewa Demokratîk’ wê Newrozê di 17’ê Adarê de pîroz bike.

Weke li tevahiya Kurdistanê, li Şengalê jî amadekariyên Newroza 2025’an destpêkiriye. Rêveberiya Xweser a Şengalê xwe amade dike îsal, Cejna Newrozê bi dirûşmeya, ‘Newroza Azadiyê ya Netewa Demokratîk’ pîroz bike.
Rêveberiya Xweser a Şengalê wê Newrozê bi coşa pêşwazîkirin û silavkirina peyamên Rêber Apo pêşwazî bike û Newroza îsal diyariyê Rêber Apo bike.
Li gorî bernameya Rêveberiya Xweser a Şengalê wê Newroz 17’ê Adarê di saet 13.00’an de li ‘Baxçê Serokatî’ ya geliyê Kersê were pîrozkirin. Wê Newroza Şengalê bi deqîqeyek rêzgirtin ji tevahî şehîdên azadiyê û Êzidxanê, dadana agir û peyama Rêber Apo re destpê bike.
Ji niha ve amadekariyên çêkirina qada Newrozê li Geliyê Kersê destpêkiriye. Çend rojin sahne çêkirin û amadekarî hîn jî dewam dike.
Li gorî agahiyên Navenda Çand û Hûnerê ya Şengalê wê hunermend Serdar Azad ji derve tevlî pîrozbahiyê bibe û bernameya roja Newrozê ya Şengalê jî wiha ye;
-Axaftina vekirinê û dadana agirê Newrozê
-Peyama Rêber Apo ya Newrozê
-Bi navê Rêveberiya Xweser hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo li ser Newrozê bipeyîve
-Koma stranê ya ‘Hêviyên Şengalê’ a Navenda Stîya Nexşa
-Helbestvan Hesenko
-Koma çiyayê Şengalê ya stranan
-Koma Şano ya Hêviya Jiyanê
-Hunermendê mêvan Serdar Azad
-Hunermend Sadiq û îdo û li ber gotina stranan govend were gerandin.