Şaredariya Gel a Borikê dest bi çandina daran kir

Di çarçoveya hemleya çandina hezar darî ya Şaredariya Gel a Şengalê de, Şaredariya Gel a Borikê bi tevlîbûna Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê, TAJÊ û Meclisa Gel li ser rêya Borik-Mezargeha Şerfedînê dar çandin. Ji gelê herêmê jî xwestin, darên ku tên çandin biparêzin û nehêlin telef bibin.

Şaredariya Gel a Şengalê ya girêdayî Rêveberiya Xweser biryar girtibû li seranserê Şengalê hezar dar biçînin. Di çarçoveya pêkanîna vê hemleyê de, şaredariya Borikê dest bi çandina daran kir.

Şaredariya Gel a Borikê bi tevlîbûna Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê, TAJÊ, Meclîsa Gel û saziyên din li ser rêya Borik-Şerfedînê bi sedan dar çand.

Hevşaredarê Borikê Silêman Simoqî dazanîn hemleya wan a dar çandinê hem li seranserê Şengalê û hem jî li Borikê berdewame û got: “Çandina daran ji bo herêmê başe, divê gelê me xwedî li vê keda hatiye derbikeve û biparêzin.”

Endama Rêveberiya TAJÊ ya Borikê Tewrê Şengalî jî dazanîn wan ji bo dar çandinê hemleyek daye destpêkirin û got: “Em dixwazin rêya me ya sereke xweş bibe. Ji ber ev karê me ji bo hemû xelkê Borikê ye. Divê gelê me bermahî û çopa xwe ne avêje. Gelê me jî divê guhê xwe bidin van daran.”

Hevserokê Meclisa Gel a Borikê Berekat Evdî ku tevlî hemleya dar çandinê bû, ji gel xwest cadeyên sereke paqij bigirin û got: ”Divê bi taybet sayîq paqijiya van cadeyên sereke dîqet bikin. Em dixwazin gundê xwe xweş bikin, divê hemû gelê me xwedî lê derbikeve.”

Hevseroka Meclîsa Gel a Digûrê Semîra Sebrî jî tevlî dar çandinê bû û wiha axivî: “Em dixwazin çanda darçandinê di nava gelê xwede pêşbixin û vir xweş bikin.

Endamê Meclîsa Gel a Borikê Heyder Korkorkî jî tevlî xebatên dar çandinê bû û agahî derbarê xebatê da. Heyder Korkorkî dazanîn, wê darên sêwan werin çandin, ji ber xweşîkî û siya xwe.”

Bi hatina werza biharê re wê pêngava dar çandinê li hemû deverên Şengalê dewam bike.

Show More
Back to top button