Tê îdîakirin ku berî Newrozê şandeya DEM Partî serdana Îmralî bike
Hate îdîakirin ku Şandeya DEM Partî ya Îmralî berî Newroza Amedê wê serdana Girava Îmralî bikin û bi Rêber Apo re bicivin.

Şandeya Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmoğulları û Tuncar Bakirhan jî di nav de ku ji 7 kesan pêk dihat, 27’ê Sibatê serdana Îmralî kiribûn û bi Rêber Apo re hevdîtinek kiribûn.
Piştî hevdîtinên banga dîrokî ya Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi raya giştî re parve kiribûn. Vê bangê li cîhanê deng vedabû û piştî vê jî PKK’ê agirbest îlan kiribû.
Şandeya DEM Partî ya di çarçoveya vê bangê de bi gel û saziyên civakî re dicive, bi rêzê ve bi CHP, Partiya Saadet, Partiya Gelecek, TÎP, Partiya EMEK û Partiya DEVA’yê re û gelek sazî û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kir.
Di heman demê de tê payîn ku 17’ê Adarê bi MHP’ê û AKP’ê re jî bicive. Dîsa li bendê ye ku beriya vê hevdîtinê yan jî piştî wê bi Serokê Giştî yê AKP’ê Tayîp Erdoğan re jî hevdîtinek bike. Hê dîroka vê hevdîtinê nehatiye diyarkirin, aliyê DEM Partî ragihand ku wê bi Erdoğan re jî bicivin.
Li aliyê din tê îdîakirin ku Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê wê bi Rêber Apo re bicive. Nayê zanîn bê ka wê vê carê kî di nava şandeyê de cih bigirin. Tê îdîakirin ku wê şande berî Newroza Amedê biçin Îmralî û peyamekê ji Îmralî bigire.