3. Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan pêk hat

Sêyemîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê îro bi encam bu. Konferans li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan pêkhat

 

Di konferansê de logoya Saziyê hate diyarkirin û rêveberiya nû ku ji çar kesan pêk tê hate hilbijartin.

Konferans bi beşdariya 150 delegeyan, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê destpêkir.

Axaftina vekirinê ya ji bo konferansê hate kirin, nêrînên Rêberê Gelên Bindest Abdullah Ocalan yên derbarê şehîdan de hatin xwendin. Piştî wê peyama Komîteya Şehîdan a PKK’ê, peyama komîteya Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûr û Başûrê Kurdistanê ku gihêştîbû cihê konferansê hate xwendin.

Piştî peyaman li ser navê sazî û rêxistinên civaka me axaftin  hatin kirin û konferens li tevahiya gelê me û malbatên şehîdan hate pîrozkirin. Logoya Saziya Malbatên Şehîdên Şengalê ji 2 quban, di nav wan de roj û wêneyê goristana şehîdan pêk tê.

Di konferensê rêveberiya nû ku ji çar kesan pêk tê hate hilbijartin. Di rêveberiyê de 2 jin û 2 mêr cih digirin.

Rêziknameya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê jî hate diyarkirin. Konferans bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.

ÇAVKANÎ: ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button