Xebatên 8’ê Adarê didome

Jina Êzidî bi coş û moraleke mezin ji bo amadekariyên 8’ê Adarê bê navber kar û xebat didin meşandin. Ji serê Meha adarê ve jinên Şengalê ketine tevgerê. Jinan berê xwe dabûn Serdeştê û Xanesorê jî û afîşên 8’ê Adarê daliqandîbun

https://www.youtube.com/watch?v=6kgN4_OqDjs&feature=emb_logo

Jina bi navê Emşê Şingal di derbarê çalakiya xwe ya afiş daliqandinê de nirxanidn kir û got: “Em amadekariyên 8’ê Adarê dikin. Ez vê rojê li tevahî jinên cihan û jinên Êzidxanê pîroz dikin.”

Emşê Şingalî wiha pêde çu: “Em weke jinên Şengalê ketine ferqa hêza xwe de. Ji bo em bikarin zexta li ser jinan bidin rakirin bi rêxistin bûnê me ferq da çêkirin. Berê me wateya vê rojê nedizanî. Piştî fikrê Rêber Apo me roja xwe naskir. Ji bo me jinan ev roja têkoşîna li hemberî zilmê ye. Ji ber wê jî bi taybet ji bo me jinên Şengalê wateyeke xwe ya gelek girîng heye. Em tevahî jina vedixwînin  şahiya 8’ê Adarê.”

Nurê  Şengal  jî bi van gotinan tevahî jinên Şengalê vexwend şahiya 8’ê Adarê: “Em afişan ji bo roja xwe dadileqînin. Berê me wateya vê rojê nedizanî lê bi saya fikrê rêbertî em li gelek tiştan şarezabun û em vê rojê li tevahî jinan piroz dikin. Daxwaza min ji bo tevahî jina ewe kû em ne tenê 8’ê Adarê, tevahî rojan weke rojên xwe bibinin û tekoşîn bikin.”

Show More
Back to top button