Rêveberiya Xweser ya Şengalê li ser biryara Efûya Giştî ya Iraqê daxuyanî da
Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê erêkirina biryara Efûya Giştî ya li Parlamenta Iraqê daxuyaniyek da û hate gotin; “Em bang li Hikûmeta Iraqê dikin ku demildest vê biryarê betal bike, bi cîbicîkirina edaletê ji bo qurbaniyan pabend be û nehêle ku sûcdar azadiya xwe bi dest bixin.”

Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê (MXDŞ) têkildarî biryara Efûya Giştî ya Parlamenta Iraqê daxuyaniyek da çapemeniyê û fikarên xwe anî ziman ku bi vê biryarê re çeteyên DAIŞ’ê yên ku destê wan di fermanê de hene dikarin bêne berdan.
Daxuyaniya çapemeniyê li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ji aliyê Hevserokê MXDŞ’ê Nayif Şemo ve hate dayin.
Di destpêka daxuyaniyê de işaret bi kiryarên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî civaka Êzidî hate kirin û ev tişt hate gotin: “Di havîna 2014’an de, em û civaka me rastî qirkirinek bi plan ya çeteyên DAIŞ’ê yên sûcdar hatin. Di encamê de, bi hezaran jin û mêr hatin qetilkirin û zêdetirî ji 6000 jin û keç hatin êsîr kirin, li bazaran hatin firotin. Kal, pîr û zarok jî bi armanca tunekirina pêkhateya Êzidî ji ser rûyê erdê hatin qetilkirin.
Parlamenta Iraqê heta îro ji bo naskirina jenosîda Êzidiyan bêdeng maye û neketiye nava hewldanê. Em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê, biryara efûya giştî ya ku di 22’yê vê mehê de ji aliyê Parlamenta Iraqê ve hate pejirandin, bi tundî şermezar dikin û red dikin.
Pêkanîna vê biryarê bûye sedema vekirina birîna civaka Êzidî, ku hîn jî pêwîstiya wê bi edaletê heye. Diviya Parlamenta Iraqê ji bo lêgerîna jin û mêrên dîl hatine girtin, zelalkirina çarenûsa bi hezaran Êzidîya winda û vekirina bi dehan gorên komî ketiba nava tevgerê û biryar daba. Li şûna ku em bi lêgerîna windayan, azadkirina kesên revandî, qerebûkirina kesên ziyandar û jinûveavakirina herêmên me, Parlamenta Iraqê ji bo kesên ku raste rast di êrîşa qirkirinê ya li ser gelê me di cih girtine, biryara azadiyê dide.
Destûrdana bêcezakirina kesên sûcdar ku ev hovîtî kirine, xiyaneteke li xwîna qurbaniyan û binpêkirina prinsîbên edalet û mafên mirovan e. Ev biryar ne tenê binpêkirina mafên qurbaniyan e, bi awayekî eşkere piştgiriyeke nerasterast e ji bo baskên siyasî yên li Parlamenta Iraqê yên ku hewl didin wêneyê tawankaran paqij bikin û çanda bêcezakirinê bi pêş bixin. Ev yek hevahengiya di tawanên li dijî Êzidiyan de nîşan dide.
Em bang li Hikûmeta Iraqê dikin ku demildest vê biryarê betal bike, bi cîbicîkirina edaletê ji bo qurbaniyan pabend be û nehêle ku sûcdar azadiya xwe bi dest bixin. Em bang li civaka navdewletî jî dikin ku di vê doza dadperwer de li kêleka me raweste û fişarê li Hikûmeta Iraqê bike ku tawankar bên cezakirin. Em ê ji daxwaza xwe ya edalet û hesabpirsînê venegerin û rê nedin êşên gelê me ji bîra dîrokê bên paqijkirin.”
Hêjayî gotinê ye Parlamentoya Iraqê di 20’ê Çileyê de sê proje yasa xist dengdanê û bi piraniya dengan hatin erkêkirin. Yek ji wan yasaya Efûya Giştî bû.
Yasaya Efûya Giştî
Hêjayî gotinê ye Yasaya Efûya Giştî metirsîdare, ev yasa ji bo Iraqîyên mehkûmkirî û kesên ku bi tawanên ku hîn di bin lêpirsînê de ne yan jî darizandina wan didome, derbazdare. Di heman demê de ev yasa rê dide jinûve nirxandina cezayên darvekirinê jî. Tê gotin bi vê yasaya Efûya Giştî Iraqîyên ku jiber êrişên dijî hêzên Emerîkî û kesên ku jibo Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer kirine, mehkûm bûne jî werin berdan. Tê gotin kesên ku jiber tawanên terorîzmê-kuştin, seqetbûn, talankirina, saziyên hikûmetê û leşkerkirin an tevlîbûna rêxistinên terrorê dikarin jinûve darizandinê daxwaz bikin.